Helbest

30 xwendin.

Arild Nyquist - Li Welatê Pîrka Min
Bavê minî madtirş û zirz
û diya minî pizotî-agir
Dema ku radibin û didin berhev
Wê çaxê ez xwe li derve dibînim

**********

Ez bazdidim cola fireh, çola bê dawî
Dûrî mala ku ez lê dijîm..
Bardikim, da ku herim dervî bajêr
Bi alî pîrka xweyî dilovan

**********

A ku li jorî newalekê dijî
Di baxçayekî pir biçûk
Xwediya hinarokên rû-sor
û porê spî wek berfê

**********

Li welatê pîrka min

Ez dibim wek miya mêşin
Herdem sorbê û nanê sêlê dixum
û herwiha masîyên "Sild" û şelima

**********

Li welatê pîrka min
Tiştê ku ez dixwazim, dikim
Digel wê kefleftê û bêciryê
Dilovaniya pîrka min mestir dibe..

**********

Lê dema ku ezê vegerim
Li bajarê ez lê dijîm
Li wir ez ji xwe heznakim
Li cem dê û bavin zirzok

**********

Na, dûrî wir- hundirê bajêr
Li cada "Måneveien 5"
Li wir ez dibim "Lars" ê kal
Li wir ez dibim zigurd.

Ji Norwecî: Ebdulbaqî Huseynî

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê