Helbest

104 xwendin.

Li hezê digerim bi dilekî mişt hez
Nebînim, bi ser ve nebim jî ez
Ez ê ji dû venegerim
Li hezê digerim, hezeke wusa:
Safî, sebîl ne miqabili tiştekî
û henûn henûn, mîna ya mindalekî:
Dibînim heza berxikê l dû makê
Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!
Ez ê bi ser ve bim, nizanim
Ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.
Hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:
Eware eware, derbeder
Li ser kevirekî xwelîser, ji qalûç re qûç e!
Li hezê digerim
Di dilê welatekî de li vî diyarî
Min ji welatekî hez kir, hinekî ji j vî bajarî
û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..
Tavildê welatê ku ev çend min jê hez kir; ji êşa pir, ji giriyê pir, mirinên pir hezê li şûntaziyekê ew terk kir, û wî jî hez bi gorî Xwe kir bi yek carî!
Li hezê digerim, niha
Dizanim; dengê xwezayê ye hez
Herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê
Min xezalek wenda kir li vê pesarê:
Dildarên xakeke nebedî bûn
Di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Agirî
Bêbavê
Bêdîn im, Îman Berdayî
Berê Min Ketiye Xozatê
Berî Her Zarokî
Bilîlînin
Binavkirin
Çarîn 01 (Navê Te Kaçûmanek)
Çarîn 02 (şevekê)
Çarîn 03 (Biçûma)
Çarîn 04 (Rojekê)
Çarîn 05 (Motacî)
Çarîn 06 (Ne Tu Bî)
Çarîn 07 (Her Tu)
Çarîn 08 (Tenêtiyekê Dimeyênê)
Çarîn 09 (Qîzikeke Çil
Çarîn 10 (Dikulkul Im)
Çarîn 11 (Ji Hemû Deran)
Çarîn 12 (Kurmikê Hezê)
Çarîn 13 (Tu a Di Dilî De)
Çarîn 14 (Taldeyek î Tu)
Çarîn 15 (Hez Bêtemen E)
Çarîn 16 (Bêndera Evînê)
Çarîn 17 (Kîjan Demsalê)
Dem Payîz e
Di Dil Xwe De
Dilodîn
Du Çeng Due
Efendîno
Ev Çiya Rûspî Ne
Evîn Biharek e
Ey Ax!

Ey Ax!

113 0
Ez Çiyayî Me
Gazin
Girtî Me
Goştê Te
Hêvî
Hewlêr Im Ez
Hey Hawar
Heyrano
Îremkê
Ji Kîşweran Payîz e Niha
Koçerê
Kol î Poşman
Kulîlkên Bihara Derengmayî
Kurteserencamek
Law Hakimo
Megrî
Min Navek Li Kurê Xwe Kir
Mirî Mirî
Mirin
Neçû
Pirs
Pirs Hene Zanim
Qulzema Dil
Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî
Roja Pala
Şer
Şêrgele
Sibat e
Taa Ferwerdînek Din
Tewrik
Tu Bihata
Tu Hewa Yî