Helbest

55 xwendin.

Arjen Arî - Sibat e
nabêje serma ye, seqem e...
ma xem e rê hatibin girtin
kerwan herin, nerin
bûk bihemil bin, zaro nesax bin
ma xem e...
kirasê bûkaniyê li xwe girtiye Nemrûd
sibat e...

sibat e
bin konê mûyî de zivistan
egal xwar kiriye Qerejdaxê.
binpî jî be sipehî ye
li çiyayên welatê min çi tê
egîdî
û spî spî bûkanî...

te sar be
hûûû bike destên xwe germ bik
ezîzê ber dilê min, şervano
kebaniyê ça daniye ser
tifika me de her û wer
ar e
têhna zivistanî

xeynetî ji devê min dernakeve
ne ku çîrok bi tenê dibêje
dîrok wesa dinivîse:
Kawayek hebû
roj bû, bû qirşikek canê me
ew ji destên me hat, ji destên me ew dibû
û me avêt ser arê heyî
ku ar
bû nasnava me

sibat e
çend hezar sal e, çend sed meh
nola buharî hê kêferat e
li her berqef
li her şikeft
û li neh sed û heft çiya
ku... ev ax
welat e?!

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Agirî
Bêbavê
Bêdîn im, Îman Berdayî
Berê Min Ketiye Xozatê
Berî Her Zarokî
Bilîlînin
Binavkirin
Çarîn 01 (Navê Te Kaçûmanek)
Çarîn 02 (şevekê)
Çarîn 03 (Biçûma)
Çarîn 04 (Rojekê)
Çarîn 05 (Motacî)
Çarîn 06 (Ne Tu Bî)
Çarîn 07 (Her Tu)
Çarîn 08 (Tenêtiyekê Dimeyênê)
Çarîn 09 (Qîzikeke Çil
Çarîn 10 (Dikulkul Im)
Çarîn 11 (Ji Hemû Deran)
Çarîn 12 (Kurmikê Hezê)
Çarîn 13 (Tu a Di Dilî De)
Çarîn 14 (Taldeyek î Tu)
Çarîn 15 (Hez Bêtemen E)
Çarîn 16 (Bêndera Evînê)
Çarîn 17 (Kîjan Demsalê)
Dem Payîz e
Di Dil Xwe De
Dilodîn
Du Çeng Due
Efendîno
Ev Çiya Rûspî Ne
Evîn Biharek e
Ey Ax!

Ey Ax!

110 0
Ez Çiyayî Me
Gazin
Girtî Me
Goştê Te
Hêvî
Hewlêr Im Ez
Hey Hawar
Heyrano
Hez

Hez

100 0
Îremkê
Ji Kîşweran Payîz e Niha
Koçerê
Kol î Poşman
Kulîlkên Bihara Derengmayî
Kurteserencamek
Law Hakimo
Megrî
Min Navek Li Kurê Xwe Kir
Mirî Mirî
Mirin
Neçû
Pirs
Pirs Hene Zanim
Qulzema Dil
Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî
Roja Pala
Şer
Şêrgele
Taa Ferwerdînek Din
Tewrik
Tu Bihata
Tu Hewa Yî