Helbest

28 xwendin.

Bavê Şiyar - Mizgînê
diyarî bo hemû kulîlkên ku di ciwaniya geşbûnê de diçilmisin

Mizgînê..!!
Gula bi bîn
şêrînê,
porsorê,
rû geş û çav şînê
Mizgînê!!
ma 11 sal bes bûn,
tu dilê me bisotînê?
ew jîr bûn,
ew zanyarî,
divê mirin
lêborînê ji te bixwaze!!
hîn gelek pirs mabûn,
te bersiv bi xwe re birin?
ew qurmiçandin
temen bi xwe giriya
hêviya dê û bav bû..
û kalo her li hêviya te ye!!
êdî ji dibistanê vegere
serkeftinê bi xwe re bîne!!?
çawa gula geş
ji geşbûnê çilmisî??
şagirt vegeriyan
ji bilî te Mizgînê!!?
Gelo çi bû?
çû û ne hat;
çav li bende
matmayî û xemgîn in!!
ji nişkê ve
agir da cegerê,
hêtûna dil vêket!!
padîşahê sitemkar
gul bir gul bir;
gava roj çû ava bilûrê
bi nalîn û fîxan got:
bar kir bar kir
Mizgînê ji nav me barrrrr kir !!?

Amûdê, 26.09.2002

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê