Helbest

81 xwendin.

Berken Bereh - Bese Bo Min
Dawiyê min te jî wenda kir
Her çar çavên bi keder

Westiyam li ber evrazeke şil
Qane bûm bi bîranînek tisî

Naxwazim helbesta bes bixwînin
Wendabûm li nav rûpelên romanan.

çiyayên dilsoz beravêtin ji kerba
Li kolanên bajarên serxweş evdal im

Gotinên kal li bejnûbala min nayên
Di kodika parsekan de nextê min

Morikên reş û spî li gerdena
Milên bê xilik qedera min

Werin dilê min jî parvekin
Xiyalên min besî min e!

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê