Helbest

56 xwendin.

Berken Bereh - Êvaran Li Ser Çemê Kolikê
Êvaran
kew xwe berdidin li ser çemê Kolikê
bi piştiyên çilo
bi çavên kovanî
û bi gavên şermok
jin xwe berdidin.
Bêhna sewalan tevlî bêhna mirovan
dibe
Stran tên gotin,lawij
destanan dirêsin keçên xama
li ser evînan.
Lê
ne Sakîne sakîne ye êdî -
di nav fîstanên renge reng
ne qralên Kommagen`ê qral in
ne jî Ferat har û dîn.

Êvaran
dema hûn diçin ber bi mal
ji bo kêfxweşî û şahiyê
mînak hebên tisbehan rêz dibin cenan
wek bextê xwe yê reş
xêr ne ditî
li ser rê ya xir û xalî.

Li vira
ne bi rojê şabûn e têra xwe mirov
ne jî bi şeva reş-tarî re.
destaneke bi hezar salane didome
bi sedsalane bê nasnav
û feqîrî heta qirik.

Êvaran
pale xwe berdidin li ser çemê Kolikê
bi laşên xwe yên xêhadayî
bi rû yên kizirî
û li asoyên bê miraz dinêrin
bi çavên reş
û bi şalwarên reşayî
bextê wan ê reş tine zimên
hêviyên wan
şerm dike
dilerize
dibe hinarek sor li asoyên dûr roj.
û
wek çivîkek koçer
xwe berdide li ser lutkeyên Nemrud
şev.

Êvaran
mirov xwe berdidin li ser çemê Kolikê
ji rû yan kul û keser difûre
ji stranan kerba wan
lê bawer im ku
yek bikene bi dilsozî ji wan re
an hembêz ke wan bi dilovanî
wê dorpêç ke cîhanê seranser
dilê wan.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê