Helbest

139 xwendin.

Berken Bereh - Kilama Bajarên Tarî
çîroka dem û dewranên tenêtiyê ye ev helbest
li kêleka wêneyê te li çarçoveyeke reş hilawistî ye
awirên te mîna mindalekê şîrîn û xweşkok e
di awêneyan de ezmanekî çîkîsayî
berfa te ya heliyayî di eşqa ewil de.
Min bi keziyên dilê xwe hûnand ev helbest
nizanim kî û kî hene tê de.

Herkesî dinyayek
û herkesî tenêtiyek xwe he ye
Herkes tenê ye dema digirî
dema dibişire herkes hogirê dilê xwe.

Ev bajar qurnefileke sor e
min neqişandiye li aliyê çepê yê şapikê xwe
û min bi bêhna wê şûştiye peyvan
da herkes min binasin.
Bi qasî pîvokan azadî, bi qasî nexşeyê hejar û jar,
çavên şagirtên xwe diferikînim di hundirê xwe de,
her dem te diponijim lê nikarim vebêjim.

Min xortek nas dikir li vî bajarê dişewişe-diltenik û mêrxas bû
dikewicî ji pora delalîka xwe
dikerixî ji vî bajarê qemitî
bi eşqeke şilûpil li ber xwe dida
li hember vê jiyana serobino

Min xortek nas dikir li vî bajarê dikele
mîna dilekî mêrxas vedişart xizaniyê
mîna nêşîrvanekî neçar
li bendeya sibehên spî bû.
Min keçeke ciwan nas dikir li vî bajarê diheze
xweşik bûn çavên wê mîna baranên biyan

Min keçeke ciwan nas dikir li vî bajarê rûkevir
mîna risteke helbestê tîr û bi stêrkan rapêçayî
dayika kovaniyê bû rastî a di bîbikan de
min dikir û nedikir
ne jahra di dilî de kedî dibû
ne jî kovaniya temenê xwe dida min.

Mîna kevokan tên êş û jan li vî bajarî
li her malekê dilê dayikekê dilerize
li her şibakeyekê çavekî bitirs hilawistî
hemû gol şêlû ne
hemû robar li şeveke xizan diherikin.

Malên qurnefilên wan mirî ne
mêvanê wan im her şev
dîsa jî hinek çiyayên
çavên te lê bûne mêvan hene ji bo min
difirin kevokên min ên çil û şeş salan
ber bi bajarên tarî ve.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê