Helbest

55 xwendin.

Berken Bereh - Me Jiyan Bi Xwîna Xwe Meyand
Me bi destê xwe girêka jiyanê vekir
çarenûsa xwe nivîsand
û bi rê ketim.
ne ziryan karî bi me re bimeşe
Ne siva me karî ber xwe bide
Xweşmêrê dîrokê em bûn
Xwişka heft bira û
Birayê heft xwişka em
Di berbangên argûnî de
Di asoyên binefşî de
Nermenerm
Bi nazenîn
Robarên diherikin
Qulingên bask zêrîn
û eyloyên heft reng dîsa em bûn.
Yek carê bi tenê ne kuliya dengê me
Lûtkeyên zinaran ji me şerm kirin
Serî tewandin Herekol, Agirî
Bê gilî
Hê jî dimirin Xoşewistên evîndar.
Bi nanê tisî
Bi dizî
Roj bîst û çar saet
Berfmaika gemariya jiyanê
Hilperîna çîna nûjen afirand
şand
Li çarlIdor gerdûnê
Belav kir
Tovê evînê.

Ger hûn dixwazin
Awirekê Ii kelepora dîrokê vedin
Ne gelek dûr, hûr û kûr
Li asoyê rêzeçiyayê zagros binêre
Li deviyên reng e reng ên çîpasê
Li Tamîlên reştehlik
An li newal û dehlikên bajarokan
Ku her dilek bûye agirek
şûna al wêneyek me di dest de ye.
Em kêfxweş in, ferişteyên rûhîv mist didin giyana me
Ji xezal û nêriyan qewmeke nû çêbûye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê