Helbest

61 xwendin.

Berken Bereh - Pir û Dûr
li kûrahiya şeva bi şehwet diherike
neçarim li ber serê êşa xwe
dûr im ji xwe qasî stêrkan,
pîr im li vir bi qasî çiyan

sêwiyek im, ji bilî êşê kesekî min tune ye
li dilê min î sincirî û kavil

mêrga bayên ciwan, çîmenên gumreh
dibêje rizîne bagera di dilê min de
hemû rêl û deşt birçiyê bêdengiyê
hemû siwarî û berbû kor û şeht
hemû robarên diherikin ji sîngê şevê
havêna pêşerojeke xizan dimeyînin

bêpaxav û bêminet digere dolaba heyatê
dizeliqe li asoya şevê ji bîr kirî
awirên min î sar û hewca nalîna dilê min

mîna zarokê deqên wî jê hatî standin
rûniştim li bin dara bîranînan
giriyam bi serpêhatiya xwe ya tehl re

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê