Helbest

34 xwendin.

Beşîrê Mele - Çivîka Ber Firrê
Dilo: xwe daye ber çi hêtî?
li reha rwînê digerî,
tu na tebitî?
Kevokên perbelek ji vir firyane
Reşkêzikan bi bûyerê vedane
li vê hoxa wek mexelê Gakî
çem bi çiyan ve têne daliqandin
çiyan di deryan de têne xeniqandin

Dem adarî li vî warî bûye volkan
vejîn û azar tev pê têne sotin
hêvya sêwî bi kesera xwer raza
çi surşte eva şîr lêşikestî !
ew diqêryan
di riwê ewran de
bang rokê û bê dikirin
tûrik û xurçikêd xwe,
tev li vir vala kirin.
janên xwe û xemên xwe
bi xwe re birin û hilkişyan
tenê dergûşek ma
wîneyê perperîkek bask şikestî û
mûmek xav,
bi sitranek bê lêv
li gel tembûrek yek tyêlî ma
Dilo:
ezê çi xwelyê li serê xwe kim
ezê çi xeftanî xelatî bejna gula te kim
ezê çilo û bi çi rêbazê
gazî yara ser bi poşekim !
di şewitî di bê dengya xwede yar
Beranê sor bi coşî bûye qurban
te carkê agirê dizê xwe geşkir
te carkê agirî girê xwe reşkir
te jana arama qehra xwe vexwar
ji nişkêve tu vêket û vemirtî
te xwe ronak kir û te xwe temirand !!!!
çi ev bi hevde dane nasîn?
di sînga vê tehtebeşê de
sênc herifî
teht wek xwe ma
dem qeliştî
lat wek xwe ma
ev cografya hişkane
awaza rondikane
guldankên bê gul mane
şopeke veşartî li gewriya Guran e

nebîne reş xerqye Dilbilo lo
di bin çermî veşartiye kula do
weke evîn xwişka jan û xemane
şehîdên wê li jîngehan xwiyane

birîna reş
bayê bêjîn
pisporin xemsar
cerdevanên sed salê
bi zimanê qurmîşkirî
garsê pûç didêrin
dikin xweşikan biguherinû
xoşewîstan di taryê de veşêrin
bi çolan bikevim,kirasê xwe bi qetîhim
sînga xwe biqelêşim û xwê lê bi reşînim
hahodilo lalo

keça gundî sitrana xwe ji bîr kir !
ne got Rindo çû sîpanê xelatê
wilo Zîno herdem xwenan dibîne
berî daye "rêka çûn û nehatê"
[ ji mehbûb dûrkirm çerxê
Felek wê pir hilavêtim
nizanim dê li kudit min
di vê dewran û çerxê da ]
sê çerxên reş ket pey hev
ji banî avêtim xwarê
bûm fitîla di nêv Qîrê
ji dîroka ser pelixî
bi bûyerên pel weşîn
takî ziravîdirêj
kete nêka çend teşyan
bû gulokek ji derdan
li dolaba kerkerê
Dilo:hebana jan û keseran
çi qederê tu anî
vê navande bê ewle
vê ahenga bê zave
li vî gewdê sed perçe
bê û bê
Bûkê:bilbizêqê şîlanê
Moryana canê razayî
xewna te çak za
berfa şevê
goka zer
soretirî
kwîzê li dev
xwazgînên qefilî tên berberoşkan
çav li hêvya serrada genimane
ji kevnequrman mîkutan dibirrin
dibe ji Tifkê Tenûr bizê û
ji parsuwê hizra quncikî Berhîm bizêt

ji kulîlkên cinan çeleng vegirtî
bi berbûne li rû mala silêman
kî bê şima Kwîzê dilê dil veke
hîmên mirî bi efsanên nû şîn tên

Dilo: lehengên xewnên te
ya pêximberin yan dînin
ji çi werêvê diqolincin !?
bi çi heyvanî di piçpiçin !?
bi bûrîne: ev dilekurd dilê kêbe
wê geh arebe wê geh sarbe
wê geh dînbe wê geh şaşbe
tenê yara xwe berna de
ev çivîka ber firê
wek kulîlka ser firîk
tîna bayê ber tavê
bîna baran û axê
dengkî got keskesore
dînan gotin hilate
hina got xwdê zane
pişta xwe xistin rokê
dan nimêj û werzêşê
bi coşî,hêrs û rewan
kirin Borîn bangvedan
: çiya ezmanî deşta pembiwane
li diyarî we civîna ewrarane
li pêşya wene nêrgizên ter
dilo kevir wer pasvan û avdanê
tu lata destê Berhîmî
Kevir pûtan dişkînî
ku Dujeh arkî sitemkarbe
nikarî te bi sotîne.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê