Helbest

67 xwendin.

Dayê ji kesra te
bûme evîndar
melûlya çavên te,dilovanya teyî bê binî
te birîna xwe ji min vedişart
ji himîna te keser dihatin xwar
Min nas kir çima te navê min kir birîndar!
dayê:
ji bo birîn û kesera teyî di xwîna
min de digerya
min berî da ber bi kanya keseran
min da sre rêça guhestina tavan
Dema min da rê
tê bîra min,
nerîna çavên te
lerzîna lêvên te û
givaştina kulmên te dayê
Tevda tîn da dammarên laşê min.

di şevan de di germ û serman de
ji bîr min neçûye dîmenê te dayê,
Ne bêje lawê min çû
ji bîr kir tama şîrê xwe
hejandina dergûşa xwe
ji ber qehra di dilê min dikelya
min xwêdan û xwîn da axa xwe
helbete helal bû ev keda te dayê
ev canê min da
ji kezeba te bû
ev evîna min girt
ji hezkirna te bû
bila bên serdana min
çavbelekên ciwan
Bejin zirav û simbêl qeytan
belav bikin axîn û keseran
av bidin beybûn û naznazokan
xewdî bikin Nîsanok û gulçîçekan
Belkî bar bike ji welatê me
Zordarî, nezanî,
Xiyanet,qehr û kînDayê
Xwezî ji hev hez bikin
çi mizgîne ji hev hez bikin malbata bavê te
wê ji hev bipirsin cîran û hogirêd min?
gelo çawa çilo li kur?
:çirûskek bûm
min xwe noqî tarîreşê kir
Tîreke kevnar dilê min xwîn kir
Xincera xiyanetê bejin birîn kir
Gengaze ronakî keda min
Birûskek vê nexist
Gengaze min perê
simbilekî şil nekir
lê min Etûna şehîdan
bê êzing û pêtî nehişt
min dîlana buharan
bê şevnem û lîlan nehişt
min peroka
Mezlûm Egîtan
bê ronak û agir nehişt
bi vê goriya te
Mestir dibe evîna te
Firehtir dibe himbêza te
lê jîn bike birazyêd min
xwarzyêd min
dayê:
Ji bîr meke avdana
yasemîna min çandibû
her nûrozekê
şitlekê jê derîne
bila bibe xatira min
bila bibe diyariya min
dayê:
wê Xweşik bibe sênca malê
lê kom bibin zarokê tarê
êdî xema mexwe
niho şefeqa xêrê li jore
binaxkirina marê kore
hilkişîna sêwiyan
ser çayê Tore
Buhar û bişkevtina laleya sore
min sûnd xwaribû
bi kesera te
vê adarê vegerim
ji bo kulîlka ber Kofya te
bilîlîne dayê bilîrîn
bi lîlandina te
Xweşik dibin zarok
Bi hêrs dibin keç û xort
Bînxweş dibin gulîstan
Bilind dibe Kurdistan
Dayê dayika min.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê