Helbest

62 xwendin.

Bro Omerî - Konê Serxwebûnê
Derdê me kûr e, barê me giran
Me hildaye ser sitû û milan
Li her çar perça dengê me kurdan
Gazî û hawar, axîn û. Fîxan

Xweşmêrên gernas ketine cengê
Xwînê dirjînin bi top, tifengê
Li Cûdî,.Gabar Di her astengê
Li ber xwe didin bi qîr û halan.

Bi nivişt û xişt, bi serjenîşan
Bi bertîlên pirr û bi bexşîşan
Ji eniya me naçe ev nîşan
Wekî Mazlûm got Jîn e berxwedan.

Berxwedan xweş e ji bo azadî
Di nav gelan de bi şad û merdî
Serê xwe rakim, bêşerm û fedî
Ji ser me diçe dîlî û talan.
.
Rabim bigerim li vê gerdûnê...
Konekî vegrim, bi xwêdan, xûnê,
Konê azadî, yê serxwebûnê...
Da li bin bigrin govend û dîlan.

Govenda roja cejna azadî
Kevokan berdim, kevokên sipî
Da bidin gelan mizgîna aştî
Li welatên din, digel Kurdistan.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê