Helbest

125 xwendin.

Cîhan Roj - Kenê Li Dû Miriyan
Mirî vedişartin û hemî hêstran bi kenên xwe yên tîr re diherikandin;
ew, bi wî halî, erd û asîman digihînin hev diherikî hewr bi
pêlên teyîsî re di dev moriyan de seriyê şîrameyan, li ber
xwe didan gotinên bi birînên servekirî; ti car naxwazin te-
menê nifirên qîrîn, temenê çîrokên agirîn bimîne ji kesî re
hawarên wan ji şîrê pêşîn spîtir e, hêviyek mîna zerika hêkê ye;
bang didin bi sê awayan;
Ma lingê te hinekirîne... Qey tu li qatên çîrokan mêvan î...
ezê hêviyan li baskên teyran bar bikim û di tariya ristan de, ji
talana karwanên bê cebilxane, rê li xwe averê bikim...
Mirî vedişartin û li pey dikeniyan...niha ez her roj dikenim
piştî ku hin ristan vedişêrim.... ba çawa di berêvarên pûşperê
de li genimê seridî dibe pêl, li ruyê şimayî, ken bi wî awayî
dibe pêl
Dikenin bi kenê şîrîn, sar, xav, kûr û dûr re birînên wan di-
herikin...bi herikandinê re dinalin, nalîn dibe vexwendin:
Destê te hinekirîne ma..şidyayî ye li tiliya te gustîl...ya bi ser
dil de hatiye...diçe ava, bêy berêvar
Danayne felek hê jî şalpeya fedîkariyê ji rû xwe ....... hin jê goş-
tê miriyan dicûn...ya ku li zinaran rê dide xwe , bûye taveke
şîrîn li hestiyê me...
Destê wan di nav dilê wan de ye...jan li kezeba çîrokan dide...
lê ken,her û her li ba wan peyda dibe...qey jiyan ewqas bi wan
şîrîn e...
Di paşila wan de ye xewnên wan...dikenin ...dikenin piştî bêh-
na tevnên rizî bi ser wan dikeve...dikenin û yek bi yek qorên
peyvan bi asîmanek şîn yê tarî ve dikin...dikenin û hêsran
nabînin; kana hêstran de agir bi cî bûye...
Ez bi qurbana lingên te me, tu can û ruhê min î, ronya çavên
min, delala li ber dilê min, tu qama min î, axx emra dunyayê
di dest mi de bûya, bênamûs e ev jiyan, çiqas şîrîn û xweş e
ewqas jî bênamûs e, dibêjin ...dibêjin û bi rengê tevna xwe şad
dibin... çavekî wan dunya ye, yê din hiştine ji bo kilamekê...
kilam û kelam... kevir ji dest xwe de datanîne...bi gotinên me-
yandî bang li asoyê dihelînin...
Dêwên heftserî vedişartin û li xeyalan çavên serî germ diki-
rin... niha dêw bi qasî xalên tariyê hene... vedişêrên dêwan...
vedişêrên bi helbestên ji kerengperekê siviktir...
Meşyanek e...kulmek ax ji pêşa dara sedsale di dest wan de
ye... dimeşin ber bi gulek nîvlaş ve ... wisa, bi yarî û êşên me-
yandî re, bi sivikî, bi kubariya xalxalokek li ser destê bi birîn
bimeşe... gelek jê fedîkarin ji bereketa fêdekariyê...dimeşin...
peyv diherikin ber bi gula nîvlaş ve...dimeşin û çîrokên box-
çekirî li ber dilê jinan vedibin...dilê min dîsa pelê kelemê yê
xaşiyayî li sebr û xofê tê pêçan...

2.
Êvar bûye bablîsokeke sikakên ji çavan ve birîndar... ji çivîka
ku hêlîn dabe çemên biharê gêjtir... dû re, dişibe zarokek ku
kûçik nanê sêlê ji destê wî girtibe... tu, ji rika yezdanan de da-
dipalî... îşev şeva çîrokên baskşkestî ye... bistiyek derbiharan
im ez... Ji ber birînên esl û fesla wê hatî kirî, parçe bi parçe ê
ku bi ser çemê şîlo ketî... di şiveriyên janê de govendeke bê
serî...niha dilê min mirîşkeke ku qertel li ser têjikên wê bifu-
re...dayikeke li ber serê meytê dergûşa xwe çawa bê gotin serî
dihejîne, bi wî awayî, serî dihejînim li şevê; şev li min bûye
robarek biharan, şîlo diherike... şev birîndar e, şev li min sar
e...dikenim... dikenim û bêriya gotineke bê hesêb dikim... bila
temenê bêriyên min nemîne ji kesî re...
2006
*Bi destûra helbestvanî ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê