Helbest

44 xwendin.

Ciwan Nebî - Çi Bi Te Hişk e
çi bi te hişk e
tu birayên xwe li paş doşkayan dibînî
çavê wan sor, çekdar,
çi bi te hişk e ceng, rojên cengê !!
Zaroktiya xwe li bîra xwe tînî,
birayên xwe
lehengên taxê di xar û zîzokan de,
birayên xwe serkêşê govendan di dawetan de.
Kêlîkekê çavên xwe digirî,
bi cengê de dipijiqî,
bi van rojan de
û birayên te derbas dibin,
tivingên xwe hildidin ji te re, destê xwe,
dikenin û tu sist dibî,
tu diçilmisî bi hemî hezkirina birayên xwe.
Birayên te yên nazik.
Birayên te yên ba.
Birayên te yên ku li ber fîlmekî Hindî digriyan

Birûxin doşka,
bijîn piskilêtên zaroktiya me

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê