Helbest

46 xwendin.

Li ser riwên deryan..
romana evîna xwe dinivîsim
Bi tîrêjên rojê re..
tîp bi tîp dineqişî nim
Di berbanga sibê de..
bi sura bê re..
li gul,çîçek.. û nisrînan belav dikim
Dikim awaz ji..
çûk, bilbil û şalûran re
Xurçika kerwanê omîdê..
ji hestên nazik tije dikim..
û kerwan bi rê dixim
Emanet.. ji her kesî re bixwînin..
ji bîr nekin
Li cem qurmê..
ku hinava Siyamend qelaşt.. rawestin.
Bi Xecê re bikin halan û?!!!!!!
Bêjin..
di wê şevê de,
li qiraxa giraveke jibîrkirî..
min perçak ji dilê xwe winda kir
Roj diçû ava,roniya wê..
çîrokek.. ji çîrokên min didizî.
Di wê şevê de..
li ser şêlaka şilbûyî..
min ava dikir..
Kişwarek ji hêstiran..
û ji tîrêjên rojê..
torîneke ji leylanê..
min dineqişand
şeva çû.. tîrêjên rojê..
pasevaniya torînê berdida..
Pêlên derya..
kişwera hêstirêt min wêran dikirin
Di nîvê şeva çû de..
omîda min winda dibû..
û evîna min dibû..
helbesteke xem gîn..
di torîna leylanê de.
---------

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Azadî
Barana Dilovaniyê
Bêbextî
Bêjî
Berzanî
Bîranîn
Çarenûsa Min
Çavên Te
Çîrokên Xweda
Dara Hêviyan
Dayika Min
Dibêjin:
Erê
Êşa Min
Evîna Derewîn
Ez û Xweda
Felek
Giriyam
Halana Dil
Heyv
Ji Nuh Ve
Keça Min
Kurdim Ez
Li Wir
Ma Wisaye?
Min Dihêle
Mirin
Name
Naxwazim
Ne Poşman Im
Negiha
Newroz
Omîd
Paşmayî
Payîza Yekemîn
Qedera Min
Qencî
Qewîtî
Rast e
Rastî
Rojên Me
Semtina Qederê
Sirûda Jiyanê
Têkçûn
Tu Yê Bimînî
Vaye Şoreş
Venasîna Dawî
Welatê Min
Wêneyên Hêviyan
Westiyam
Xapandin
Zemawenda Şwîniyê