Helbest

47 xwendin.

Ciwanê Amûdê - Giriyam
Dem payîz bû..
Stêr ji serma diçirisîn,
şeveke sar bû..
Bi sûtandina giyanên mindalên Amûdyan..
Milyaketan xwe germ dikirin
Xweda.. dest li ber rû dimeyzand..
bobelat bû
Nazo.. bang dike..
gazî.. sê caran gazî..
ezê herim çiyakê mazî..
li xala bikim gazî
Helîmê.. lê Letîfa,lê Xezalê..
wê çilo be wê çawa be?
Malxurê mala min berhîm bû..
û.. kî û ne kî
Qêrîne halane..
zemawenda teyrên beratane
Li asîmanê Amûdê.. dikin sema,
şîveke xweşe.
çi bûye .?

çi heye.?
Kerwanê mirinê..
bi dahol û zirnê..
Sirûdeke awar lê dide
Miriyên ku bi sedê salan..
kevnariya Amûdê parastine..
dipirsin..
ev çi sirûde?
Kerwan çima şerm dike,
nêzîk nabe?!!!
Hela were şermê neke..
ji me re bêjî çi heye?
Kerwan.. lêborînê ji şeromla dixwazî..
û diyariya xweda diyarî dike..
û bê ku xatir bixwaze..
gir û mezel li paş xwe dihêle,diçe.
şermola:
ta kengî ezê we himbêz bikim..
hêstiran ji çavan bibarînim..?!!
Xwezka ez bimrim,
xwezya ez tune bama
(ger rojekê ez bimrim.. wê kî min
himbêz bike)*
Wan bînin,li bin siya bilindahiya min..
û li ser tirabêlka..
temenê minî xemgîn..
wan ramidînin
Wan binax nekin..
ta ez şwîniya wan..
di dil de bilorînim
perjeng girane
şevbuhêrka me xemgîne..
mêvanên me delalin..
Têr xew nebûne,
pirsan ji wan nekin..
bila xew kin
Hîn çîrokên dayikên xwe..
jiber nekirne..
Xewn,bîranîn..
bê xewn û bê bîranîn çûn..
koçberkirin
Dusid û heştê mûm..
xweda di sînga xwe de..
vemirand
Agirê dojehê rawestiya,
giyanên ku dihatin sûtandin..
matmayî diman
Ji hev dipirsîn..
çi bûye, çi heye.?
Gelo.. dilovaniya xwedaye?
Milyaketên mirinê..
dergeh li xwe girtin..
şerm dikirin..
û ji hev dipirsîn:
zarone,bê gunehin..
wê kî jimêryariyê bi wan re bike?
Xweda,xweda bi xwe şerm dike
Roja mehşerê..
wê ji min bipirsin..çima?
û bersiva min..
wê..?!!!!!!!!!!!
Li daristana stêran..
periyên buhuştê diciviyan..
bi tiliyan perda keçanî diçirandin..
û bi xwînê..
riwê heyvê dineqişandin..
Heyv digiriya..
Stêr,xweda,tarî digiriyan.
Giriyam...
Dayika min..
bi kildanê..
çavên şevê kil dikir..û.. erê....
-----------
*mînakek ji dîwana M.Helîm Yûsiv

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Azadî
Barana Dilovaniyê
Bêbextî
Bêjî
Berzanî
Bîranîn
Çarenûsa Min
Çavên Te
Çîrokên Xweda
Dara Hêviyan
Dayika Min
Dibêjin:
Emanet
Erê
Êşa Min
Evîna Derewîn
Ez û Xweda
Felek
Halana Dil
Heyv
Ji Nuh Ve
Keça Min
Kurdim Ez
Li Wir
Ma Wisaye?
Min Dihêle
Mirin
Name
Naxwazim
Ne Poşman Im
Negiha
Newroz
Omîd
Paşmayî
Payîza Yekemîn
Qedera Min
Qencî
Qewîtî
Rast e
Rastî
Rojên Me
Semtina Qederê
Sirûda Jiyanê
Têkçûn
Tu Yê Bimînî
Vaye Şoreş
Venasîna Dawî
Welatê Min
Wêneyên Hêviyan
Westiyam
Xapandin
Zemawenda Şwîniyê