Helbest

41 xwendin.

Ciwanê Amûdê - Tu Yê Bimînî
(diyarî milyaketan...yezdanan......û...Ehmed
Huseynî...Helîm Yûsiv...... YasînHisên...Beşîr
Mele...Nisredîn Brahîm û hinin din)
Ezê agir.. bi buhar..
û..
şînkahiya..
Amûdê xînim
Bîranînên zaroktiyê....
name..
wêne..
cilên tozgirtî..
ji palgeha li ber serê dayika te..
derxim
Biqetînim..
bidirînim...
û li ber bê bifrînim...
Zemawenda şînîya helbestên..
penaber.. ên te..
li bin siya şermola..
li darxînim...
Hestên teyî nazik..
ezê bihejînim..
û te himbêz bikim
Ramûsanekê bidim çavên keça te
Ew çavên bi hêstir
-keça min tu çi dikî?
-yaboo... min germ e...
Wê ev dîmen bi te re here gorê..
ji bo hêstirên keça te
Wê Xwedan..
dilovaniyê têxe dilê milyaketan...
Wî ne êşînin..ne êşînin
çemê Amûdê..
riya Darê..
Gola E`nter
Naxwazin tu dûr herî..
û ger bû..tu çûyî
Ji bîr neke ku tu lawê Amûdê yî...
şeva çû..
min xewnek dît..?
Tu dibû mîna teyrekî baz..
di sînga ezman de..
tu rûdinişt
Li ber jêr te dimeyzand
Tu digiriya û te digot: Amûdê..
tu çiqa biçûkî..
tu xweşikî
Niza xweda ji te hezdike...?
Ez dibêjim ji te hezdike
Jiber wilo..
herdem te bi girî vedike..!
Mîna mindalekî..
ji himbêza dayika xwe dûrbûyî....
Ezazîl..ji te hezdike
Bi ser bilindayî.. û bê tirs ji xweda...
xwe tazî dikir..
û Amûdiyên serxweş..
pê re dîlana..
asîbûnê li dijî xweda
Perdeya keçaniya qederê..
diqetandin
Te go çi hevalo...?
Ma tuyê biçî...?
Ger bû..tu çûyî..
ji bîr meke..
tu lawê qadeke pîrozî...
Erê..
matmayî nemîne..
xakeke pîroze
Peyxemberan..,
firiştan..,
eniya wan herî dibû..
ji tiberkê
Razeke di damarên xweda de veşartiye..
mamike..
bawer bike..mamike.....?
Ne efsaneye..
ne xewne..
rastiyeke
şevên Amûdê ne wek tu şevane!
Heyv..roj..,stêr..hezkirin
Hemû tiştên wê.. ne weke yê tu kesa ne..
Ma qey ne wisa ye..........?
Hûn tevde çûn û we xatir nexwest...
û hîn wê herin...
wê ji te dûr bibin..
û xatir naxwazin!
Xatir mexwaze û tu jî here
Bi kerwanê rêwiyan re..
sirûda xatir xwaziyê...
Xwaziya xwe daqurtîne..
û li pişt xwe bizîvire
Kêlîkekê raweste..
meyze bik û patekê bide
Gir û mezelê wê..
şehrezad û êşa wê
Toş,Raperîn û dastanên wê..
Bi girî.. bi axîn..
bilorîne birawo...
Ma ne bese......
Bi xatirê te....
Bi xatirê te....
---------

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Azadî
Barana Dilovaniyê
Bêbextî
Bêjî
Berzanî
Bîranîn
Çarenûsa Min
Çavên Te
Çîrokên Xweda
Dara Hêviyan
Dayika Min
Dibêjin:
Emanet
Erê
Êşa Min
Evîna Derewîn
Ez û Xweda
Felek
Giriyam
Halana Dil
Heyv
Ji Nuh Ve
Keça Min
Kurdim Ez
Li Wir
Ma Wisaye?
Min Dihêle
Mirin
Name
Naxwazim
Ne Poşman Im
Negiha
Newroz
Omîd
Paşmayî
Payîza Yekemîn
Qedera Min
Qencî
Qewîtî
Rast e
Rastî
Rojên Me
Semtina Qederê
Sirûda Jiyanê
Têkçûn
Vaye Şoreş
Venasîna Dawî
Welatê Min
Wêneyên Hêviyan
Westiyam
Xapandin
Zemawenda Şwîniyê