Helbest

33 xwendin.

Ciwanê Amûdê - Welatê Min
Hevalno..
de werin govenda..
pêlewanên kurd
Seyid Riza,
Qazî,Pîran,
Berzanî...
Mezlûm Doxan..
bedenek pêçayî.. bi viyanê
De werin..
em silavan di xwînê de dakin
Newrozan..
bi agir û lîlandin bi xemilînin
Paytexta welêt- Amed..
Diyarbekira berxwedanê..
vejînin
Ta deng vegere..
bilbilên tehtên palo..
Dêrsim bi Bagok..
û Bêstûnan re..
kirasê mihrecanê..
mihrecana xwînê..
li gor bejna agirî..
ji rengê alê..
Li bejna Ihsan..
birêsin
Newala qesaban,
geliyê zîlan..
çi.. û.. ne.. çi..?
Di landika pakrewaniyê de bilorînin...
De werin..
Amûdîne em..
xewnan bi cî bînin
Ma qey zehmete.. li ser we.?
Êş û xem..
digel min binêrin..
li Mehabad..
ax Mehabad
Ta kengî kirasê bûkaniya te..
wê ji rengê şevê be?
Kindir..
di hustê me de bin bi şev..
bi roj me bi darvekin
û xweda dimeyzîne..
û bê deng dimîne!!!
Ma ev dadwerîye?
Qey...!
Ta kengî giyanên dektor..
şeref kendî..
di himbêza zemîneke xerîb de..
sar bimînin...?
Mehabad..
çima tu bê dengî..?
Bike qêrîn..
ezmanên Mezda bihejîn
Mehabad..
gula bidarvekirî..
bûka xêrnedî
Ez sûnd dixum.. bi yazde sitêrên..
ku gund û bajarên te ronî kirin
Qet ji bîr nakim.. na
Giyanê Qazî..
bi asîman ve maye daliqyayî..
wî deynin.. na...na..
bila wilo bimîne..
bayê Mehabadê..
wî bihejîne
Heyv..
sitêr..roj..
li dorê tewafê bikin..
De werin.. Amûdîne em..
xewnan bi cî bînin
ma zehmete li ser we?
-Hewlêr..
keleha mêrxasiyê..
xuragirtiyê
Te.. Holako.. rawestand..
tu hîn dikarî..
çend Holakan rawestîne?
Tu dikarî..
çima na.. çiyayên.. Sefîn..
Heybet.. Sultan..
Zozik.. Hendirîn..
li pişta tene
Kanî.. û sûlavên.. suruşta kurdistanê..
te av didin..
bi viyanê..
Tu qet sar nabî...
tîna agirê Baba gurgur..
te germ dikî
Qubleya teye..
dilê teye
Enfal..
Helepça..
rojên cejnê..
axîn û giryê teye
Xema nexwe..
mindalên şehîdan..
bi ala rengîn şabûn
Amûdîno..
perçak ji xewnên me..
pêk hat..
Werin perçeyên dîtir..
pêk bînin..
ma zehmete li ser we..?
Qamişlo..
xala li dêma welêt
Qamişlokê..
bêhnek ji nîv buhuştêye
Negrî û xeman nexwe..
şermola keserên te dijmêre..
û bi hestiyên rizyayî re..
dilorîne
Her keserek.. û pûteke..
her pûtek.. û raperîneke..
Her raperînek.. û dehên şehîdan
Lê çi bikim..
bêje min.. Mixabin......
çarenûsa te ketiye devê guran
Di derya zikreşiya nejadperistan de..
tu bûye hêlan
Li cizîra dil halane..
halan
Gengaze..gengaze..
li ser wan kuştin û talan
Barçemokên şeva reşin
Segên harî xwînmijin
Êrîş dikin..
talan dikin..
behara dil..
paytexta min..
62,71,49.. û...1.2.3.4.5.1000..............?..!
Milê te giran kirine..
de ka bêje min ez çi bikim..?
29
Di himbêza dayika xwe dene..
û xerîbin
Cî warê meye.. û em..
tê de mişextin
Qadeke pîroze..
bi xêr û bêre
Tûrê parsê li milê meye..
li welatê biyaniyê..
em parsa jiyanê dikin..
ma ne şerme?
Di mizgeftan de..
ezê bankim
Di perestgehan de..
bi hewar kim
Amed..
Mehabad..Hewlêr..
Qamişlo
Werin bi hev re..
xewnan bi cî bînin
ne zehmete.. na......
----------

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Azadî
Barana Dilovaniyê
Bêbextî
Bêjî
Berzanî
Bîranîn
Çarenûsa Min
Çavên Te
Çîrokên Xweda
Dara Hêviyan
Dayika Min
Dibêjin:
Emanet
Erê
Êşa Min
Evîna Derewîn
Ez û Xweda
Felek
Giriyam
Halana Dil
Heyv
Ji Nuh Ve
Keça Min
Kurdim Ez
Li Wir
Ma Wisaye?
Min Dihêle
Mirin
Name
Naxwazim
Ne Poşman Im
Negiha
Newroz
Omîd
Paşmayî
Payîza Yekemîn
Qedera Min
Qencî
Qewîtî
Rast e
Rastî
Rojên Me
Semtina Qederê
Sirûda Jiyanê
Têkçûn
Tu Yê Bimînî
Vaye Şoreş
Venasîna Dawî
Wêneyên Hêviyan
Westiyam
Xapandin
Zemawenda Şwîniyê