Helbest

48 xwendin.

Ciwanê Amûdê - Wêneyên Hêviyan
Gundekî kavil
Goristanek jibîrkirî
Heyvek ji şermê.. roniyê dide
Buhareke tazî, xav û zuha...
Li ber dîwarekî ketî
Li ser palgeha bîranînan
Kal û pîreke..
xew dikirin..
ji westandinê..
ev xweş diyar bû.
Ax..ax..
ji çi westiyane..
li hêviya kêne..?
Gelo.. li hêviya..
refên firîndeyên koçberkirî..
ji serma zivistanêne..?
Yan.. li hêviya kezeba xwe ne?
Yan..... !?
Refên firîndeyan..
ketin torîna qederê, têk çûn
Kezeba wan..
di qontara çiyan de.. binax bû.
Ax, ax li hêviya çine?
Hino..hino nêzîk bûm,
çav bi hêstir,
qanûn di dev de xilyayî..
şara reş li ber serî,
kiras û xeftanekî qetiyayî
Ax..ax li hêviya kêne?
Min xwest ez wan şiyar bikim..
û ji wan bipirsim
Hûn li hêvya çine?
Cankêşiya mirinê dikirin
Xweda li hêviya wan bû....
-----------

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Azadî
Barana Dilovaniyê
Bêbextî
Bêjî
Berzanî
Bîranîn
Çarenûsa Min
Çavên Te
Çîrokên Xweda
Dara Hêviyan
Dayika Min
Dibêjin:
Emanet
Erê
Êşa Min
Evîna Derewîn
Ez û Xweda
Felek
Giriyam
Halana Dil
Heyv
Ji Nuh Ve
Keça Min
Kurdim Ez
Li Wir
Ma Wisaye?
Min Dihêle
Mirin
Name
Naxwazim
Ne Poşman Im
Negiha
Newroz
Omîd
Paşmayî
Payîza Yekemîn
Qedera Min
Qencî
Qewîtî
Rast e
Rastî
Rojên Me
Semtina Qederê
Sirûda Jiyanê
Têkçûn
Tu Yê Bimînî
Vaye Şoreş
Venasîna Dawî
Welatê Min
Westiyam
Xapandin
Zemawenda Şwîniyê