Helbest

62 xwendin.

Çiya Mazî - Bilorîne
Ma bi min ketiye qey
gotin
tu napeyîvî ji hişkiya dilê xwe
Ez dibêjim
Tu serê xwe dihejîne hertim
Nabe qey lêvên te li hevkevin
û ziman diranan paqij bike
Ma bi min ketiye
bilorînim helbestê
para min e tim û tim
kovanî dilkeserî
barê milê min e
Rê nîşan bidim filankeso bêvankeso
û kes bi dest min negire tu carî
Ji min re nebêjin
Tu ji ku tê dihere ku

Tu jî wekî wan î
Li min dinerî û tiqe tiqa te
Kêfa te kêfa kelekê
Ne elo çû ne welo hat
Ji xwer nake xem tu tiştî
Qelew bûye bedena te ji ken

Bilorîne
Bilorîne lorîka xwe
Xem nake bêhntengiya min
Ji te re tu carî
Xem nake
Bobelata min
Ez wa hatime û ezê wa herim ji dinyê
Tûrê min li milê min
şiva bi tenê me
Li bin dara şadiyê
Pelên xemê diweşînin bi ser min de
Bayê sibehan
Tu nabînî
tu korî
çibikim

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê