Helbest

38 xwendin.

Ebdulla Goran - Derwêş Ebdulla
(Bo firîştey mosîqa)

Be rengî zerd û şêwey dest û şimşallî kiza Derwêş
Hezim kird besteyek bibiyem, seraser huzin û matem bê

Le sîma ta bedîm kird heykelî `umirêkî hesretkêş
Weha diyare ke bextit aşnay bulbulî xem bê

Bellê diyare le naw qewmî besîta qedrî sen`etkar
Wekû `eksî qemer waye le naw hewzêkî lîxin da

Bellam tacî rufahu textî hurmet mîlletî hoşyar
Be ustadê deda wek to le naw şimşalî kunkun da

Seher bênête giryan û qse, sîhrî perîy nexme
Biray Derwêş dezanim bo me`îşit wêll û awarey

Be zehrî na`îlacîte le nakes wîstinî luqme
Be mirdinte ke gwêy naşî exinkênê xiroşî ney

Bellam çî bikeyn le naw çawî reşî be`zê zekay gewre
Wekû towî gullî dem ba le ser berdêkî req errwên

Eger xîlqet nesîbî `umirî toy mehkûmî em dewre
Nekrdaye, xwa `alm le kam `erşit esû dawên

Ne herfî mektebêkit xwênd, ne ustadê pelî girtî
Sîrf berzîy zeka em sen`etey fêr kird be şimşallit

Hemû weznêkî goranî, le tûlanî heta kurtî
Be serpencey huner kirdit be dîlî koşşî zallit

Ewendem bîst le mosîqa xuroşî rohî bêgane
Mîzacî kurdewarîm têkçuwe Derwêş Ebdulla

Dexîlit bim desa bew lawik û ayay û heyrane
şepolî zewqî mîllî pirr derûnî mat û çollim ke

Le "Bêthovin" gelêk ziyatir be rohm aşnay wella
De ey Derwêş sikallayek legell rohî kullollim

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê