Helbest

28 xwendin.

Ebdulla Goran - Kurdistan
Kurdistan cêgamî, cêy hezar sallem
Perwerdey em doll û ser lûtke û yallem

Henasem têr bonî bay kwêstante
Dû lêwem parawî befirawante

Sirincim rahatûy zîwî zerrkefte
Be zerdî ser befrî êware wexte

Gwêm fêre bîstinî xurrey qellbeze
Lew `astey jûr befre, dawên giyay sewze

Zimanim pişkutûy qisey ciwante
Qisey naw goranî şaxekante

Hî naw çîrokî gwê agirdante
Hî naw laylayey minallante

Qullpê ba xwênî naw demarekanim
Be zebrî `îşqî to neyda nezanim

`Eşqî to, ey daykî xom û hawxwênim
Her le piştî bawka çuwe hewênim

Eşçête hewênî kurr û kurreza
Ta taqê kurd mabê le çiyay berza

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê