Helbest

16 xwendin.

Di nava tengaviya spîtiyê de,
Di nava bêdengiya giran a berfê de,
Zarokekî dikire axîn
Û digot bi dilşewatî: Ax,
Kuştin çivîkeke spî, di hêlîna wê de, wa li wê,
Pûrt diperpitin, dikevin ji sîngê wê!
Û çivîk hê jî diket di nava şewq û şemala kiz re
Bi ser wî zarokî de ku ji bo çivîka berfê digiriya.

*Ji Ingilîzî: Kawa Nemir
*Çavkanî: yeniozgurpolitika.net

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê