Helbest

39 xwendin.

Ehmed Huseynî - Duşema Girtîxaneyê Li Amûdê
Stûnên nifirê
di hinavên demê de disincirîn,
Rûbarên şewatan
xweliya serê heft gundan
çavsorên bajaran
Serxweşên paytextan
Tixûbên qedexe yên nexşeyan
Keştiyên nehatî yên bendergeh
Nimêja bargeh
derya
û tawana oqyanosan
di guliyên êgir de semageriya ebedî
pêşkêşî hişê qederê dikin.
De gur bibe!
De nemir bibe
ey dîlana ji dûmanê!
De qoçan û belge û nameyên xwe
yên ji mizgîniyên giyankuj rizgar bike,
radestî girî bibe
û di çavên kesk yên berbeyaniyê de
alên bêrîkirina xwe daçikîne:
- Bavê min spîndar e.
Dayika min şengebî ye.
kurê min Sîpan e!
"Felemezê Koro"
ji
"Hizniyê Meskenî"
re digot û xilmaşiya êvarê
ji ser xilêfkên çavên xwe dadiweşand.
- Xwîna kesk a ku ji hişê min
ber bi berbeyaniya tawanbar ve diherike,
aniha,
dê ber bi te
û ber bi şevistana kirasên dayikên
şewatan ve biherike!
"Hizniyê Meskenî"
ji
"Felemezê Koro" re digot
û zingîna katjimêran
di dilê bêhûdeyiyê de dihejmartin
li xwe
li me û li heyva çarede şevî mikur dikatin:
Ez Amûda şewitî me!
Ez Amûda Bavê Mihemd im!

Stockholm, 13.09.1999

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Amûdê
Bo Mihyedînê Cizîrî
Bo Remzî (S. Rêving)
Bo Rojîn û Xelîl
Bûka Agir
Çarçira
Ciwan
Dastana Şêx Ehmedê Huseynî
Dayîk
Di Şeva Hîcranê De
Dîlan
Dîsa
Dûrî
Evîna Te
Ferat
Girê Şermola
Kobanê 1
Kobanê 2
Kobanê 3
Menal
Newroz û Serbitackirina Qublenameya Giyan!
Pirs
Ronahî
Rono
Rono 1
Rono 2
Rono 3
Rono 4
Sê Şar In Lê Digirîn
Seîd Rêzanî
Şemiya Toşa Amûdê
Serêkaniyê
Şingal
Şino Can!
Sîpano
Taha Xelîl
Teşiyên Mijê
Tilî
Vê Êvarê
Vê Şevê
Vê Sibehê 1
Vê Sibehê 2
Vê Sibehê 3
Vê Sibehê 4
Vê Sibehê 5
Wek Mirinê Tu Bi Lêv Dibî!
Xwe Amade Bike!
Yekşema Sînemaya Amûdê
Zerdeştê Biharê