Helbest

32 xwendin.

Elfrêd De Vinyî - Mirina Gurî
-Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra-
(Sefdo, lawecan! Di sala hezar û neh sed û bîst û didowan de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em şikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poşîke reş kêşa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: Ez gelek kêfa xwe jişihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim.

Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreş, mîna Kurdistanê poşîke reşû tarî kişande ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê şa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande kurdmanciyê û pêşkêşî giyanê te kir.)

Ewir,di ber di ser heyvê re,
Heyva agirgon,
Bilez.derbas dibûn, diçûn
Qey dû û dûman bûn,
Ji şewatê hildihatin,
Bilind, winda dibûn.

Ji me, heta cihê tavikê miriyan,
Dar û daristan,
Qurmên daran giş;
Dixuyan.
Wek stûnine reş,
çira ma heyveron,
Geh geh, dibû geş.

Herçî em nêçîrvan,
Bêdeng lal û ker,
Me da pexlexa nerm,
Pûş ê pelaşa zer,
Me tev dida, seh dikir,
şafir, qizbe, devî, şel.

Hêdî hêdî em diçû;
Me rêl velo dikir,
Em vedihatin erdê û radibûn ser xwe,
Ji nişkekê ve me dît;
Pencine dehbene gir,
Di axê re çûne; li erdê bûne xelek,
Me bihna xwe,
Ji ber xwe çikand û em sekinîn,
Ser ling û nîvekê.

Hevalekî me î pîr,
şêxê nêçîrvanan,
şopgerînekî hêja,
pisporekî rêçan:
Lê vehat, hûr lê mêze kir û got:
Ev rêçên gur in.
Rêçine nû,
Belê rêç, ew rêç bûn,
Rêçên gurên fêris,
Gurên ko me da bû pey,
û me dikir
Bi bêbextî.
Di tariya şevê de
Wek dizekine tirsok,
Bi ser wan de bigrin;
û wan .
Bidin; ber tifing û xenceran.
Dor bê deng,
Ne pejin, ne teq, ne req,
Tebîet lal û xamûş;
Bi tenê di ezmanan de,
Qulingekî virnî,
JI refê xwe veqetî;
Xwe dilezand,
û li refê xwe diqorî.

Rêçnasê î pîr, veketi bû,
Li rêçan bû bû pehin,
Rêç seh kir û got:
Rêçine teze;
Gur, dêlik û dû cewrik in;
Êdî.
Tu şik ne ma tê de,
Me xencerên xwe kir kar,
Tifingên xwe dagirt;
û da rê.

şax, çikil.me ji hev dikir;
Kelelm di bin lingên me de, ditewiyan.
Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan.
Sisê ji hevalên me sekinîn,
Tifingên wan biriqîn.
Min çavên xwe, girt.vekir;
Hûr, li şafiranmêze kir,
Di nav rejûya reş de,
Du morî diçirisîn,
û jê wê ve,
çend xeyalên tenik
Ji bejnan sekinî,
Qey di heyveronê de
Bê hay, ferîqet . Direqisîn.

Gur, bavê mal û malbatê,
Xwe da bû pêş,
Di ber devî û dar,
çav li dora xwe daşt.û dît:
Rê lê nehatî bû girtin,
Dijmin lê bû bû çarnikar.
Dêlika wî,
Hinek jê dûr,
Li ber zarowan sekinî;
Li mêrê xwe dinêrt.
Nêçîrvanê mê î kal,
Nav di seyên me dida û digot:
Ha şevger ha .Ka bêlan ak.
Reşo tu jî, ji par re.

Beriya ko se lê bêne wer,
Gur, stoyê seyekî,
Sekî semboyî,
Kire devê û şidand, şidand û berneda,
Rexma ko bû,
Ziqziqa xencerên me.
Xencer di rûdiyên wî re diçûn,
Di zikê wî de,
Digihan hev,
û berikên tifingên me,
Di tihêla wî re tavêtin.
Gur dîsan,
Arçûmekên xwe, şidand, çidand, çidand,
Lê vê carê,
Devê xwe vekir,
Seyê şemboyî,
Ww heywanê fêris,
Beriya gur.
Ket erdê û mir.
Gur. Li ser totikan rûniştî,
Xwîna xwe alast,
Awirek li me da,
Li jin û zaroyên xwe fedkirî,
Xatir ji wan dixwest.
û paşê,
Erzîna wî lerizî,
çavên xwe git,
û di xwîna xwe de.vegevizî.

Min eniya xwe a germ,
Berda ser fola tifinga sar,
û ez,
Li vê rastiyê dibûm hişyar:
Heke dêlik ko hişte mêrê wî,
Bi tena xwe, bêkes,
Bê piştmêr, bê heval û hogir,
Bera san û nêçîrvanan bide,
û di xwîna xwe de vegevize,
ne ji ber ko tirsiyabû,
û cal lê şîrîn bû,
Lê diviya bû . Ew,
Biya gurê piştreş,.
Bimîne.
û ji zaroyên xwe re,
Bide zanîn,
Ko li dinyayê
Ji guran gurtir, ji wan birçîtir,
Di qesir û sereyan de rûniştî,
Tevayek heye,
Jê re dibên mirov,
Lê secde dibin,
çi kedî, çi kovî çi hov,.
Lê ew .ew heyîna serfiraz,
Ew bi xwe,
Cenawirekî we ye,
Ne wek cenawirên din,
Ne ji nêz û birçînan,
Lê min ji bo kêf û henek,
Dide, her kesî, her tiştî,
Ber mirin û kuştinê.

Herê, diviya bû dêlik,
Bimîne.
û ji cewrikên xwe re bibêje,
Mebin nîzing, tucaran.
Avahiyên ko mirov . Tê de.

Ez, şermendeyî heyîna xwe, min digot,
Em mirov, insan,
Digel vî navê bilind,
çiqas nizimû xwar in,
Bi tenê hon, heywanên fêris,
Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn,
Bê deng, lal û ker,
Bê ax, zar û na^lin,

Xwe bidin paş, jê veqetin,
Terka wê û her tiştên wê bidin.

(şairê `Mirina Gurî` Elfed de Vinyî edîbekî xudan şûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser şopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji ber ko firsenda şer bi dest ne diket; Vinyî piştî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê.
Vinyî di sala 1797 an de di bajarê Loşê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, şarî Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin.
Vinyî xwe ji alayişan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir. Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî Dafnê bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê.
Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piştî mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê: gurî dimirin, porsor dibin.)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê