Helbest

34 xwendin.

Vê sibeyê piştî ku roj hilê
Min awêne danî û gulîyên xwe çil û çar kezî vegirt
Enîya xwe ya gever çend morîkên mircan pê de berda
Kirasekî ji çil û çar rengî li ber bedena xwe girê da
Rawestîyame li şaneşînê.
Ji dûr ve xuya ye çîyayekî bejinbilind.
Vê zivistanê
Êşekê xwe li peravên dilê min asê kiriye.
Gulîyên min vebûne
Morîkên min yên rêzikî belav bûne
Kulîlkên rengrengî yê kirasê min çilmisîne
Awêneya min şikestiye
û min xwe wenda kiriye li cihekî ku tu kes pê nizane

*Ji pirtûka Ya Ba ye Ya Baran e
**Bi destûra helbestvanê ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê