Helbest

86 xwendin.

Niha tenê dengê segan, beqan
û balindeyan e.
Di bêdengîya şevê de,
li xwe digerim
Belkî jî ji dûr ve li pişt çîyayan
Aramîyeke ku di paşila şevê de veşartî,
digerim li wê aramîya nepen
Di wan şevên ku bedewîya xwe ji min dizîne de.
Ruhên ku xwe bi stêrkan ve bi dar de kirine.
Belkî ji niha de wê bibin sedemên xwekuştina stêrkên min
û
tarîyeke qetran ku tu şemal nemaye li erd û ezman.
Şev bîyan, surişt bîyan, mirov bîyan.
Tenê deng gengaz e, li aramîya min tê..!
Di şevên reş ên bêbinî de
ku xwe bera ser gîyanên min dane.

*Ji pirtûka Ya Ba ye Ya Baran e
**Bi destûra helbestvanê ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê