Helbest

17 xwendin.

Îro mijê xwe seranser raxistiye ser bajarên min
Dengê trênê ji dûr ve tê
Di nava mijê de
Sibeh e; va ye roj hilatiye.
Ez bi dengekî xurt bangî bajêr dikim.
Sê darên hişk
Pisîkeke birçî
Û ji rêwîyeke bîyan pê ve kes min nabihîze.
Vê sibeyê li Bajarê min mij e û bi teqûreq trênek dibihure

*Ji pirtûka Ya Ba ye Ya Baran e
**Bi destûra helbestvanê ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê