Helbest

15 xwendin.

Ji hemû zemanên windabûyî,
hemû zemanên di awênekê de rû girtine
Ji ciwanîya min çend rûyên din
bi wateyên ji hev cüda
ji hev bê hay,
Rû girtine
ferek guharê Heyderî ku ji ciwanîya dêya min maye
di awêneya min de winda bûye
û ez
bi ferekê xuya dibim, di awêneyê de digerim
ciwanîya dêya min di awêneyê de bi huzn e
Digerim, digerim di hemû zemanên hevpar de
Berî min, piştî min an bi min re rûyên ji hev cuda,
di zemanên rûgirtî de rûgirtî ne

*Ji pirtûka Ya Ba ye Ya Baran e
**Bi destûra helbestvanê ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê