Helbest

42 xwendin.

Ji her şevên qels bûne keçikên bejinzirav î reng-gewher
Xwe li ber derîyên ku sibeyan vedibin, ji bîr kirine.
Tarîya şevan qul kirine
Hezar û yek morîkên rengrengî neqişkirî tê re derbas kirine
Ji kofîya pîreke enîdeqdeqî derzî û ta derxistine
da ku di şevên qelsbûyî de ezmanên çirîyayî bidirûn.

*Ji pirtûka Ya Ba ye Ya Baran e
**Bi destûra helbestvanê ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê