Helbest

13 xwendin.

Hêvîyên min dişibin zarokên min.
Wekî ku her roj bi min re şîyar dibin.
Û bi min re dijîn.
Hêvîyên min dişibin rêyekê;
û ez jî di wê rêyê de her kêlî dibim rêwî
Û qet dawî lê nayê
Wêneyekî ku qet befir lê ranaweste li diwêr
Ez hêvîyên xwe dişibînim wê befira wêneyî.
Carinan bi çirûsk carinan jî flû
Zarokên min, rêya min a bê dawî, wêneyê min ê diwêr
û hêvîyên min ên dişibe wan
Tev de winda bûn.
Ne Adarê, ne jî Nîsanê, belkî jî di roja Feqîyê Teyran de
hêvîyên xwe firotiye

*Ji pirtûka Ya Ba ye Ya Baran e
**Bi destûra helbestvanê ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê