Helbest

33 xwendin.

Feqiyê Teyran - Ellah Çi Zatek Ehsen e
Ellah çi zatek ehsen e
Zêde letîf û qadirî
Mexluq hemî neqşê te ne
Vêk ra li hemyan fekirî
Hemd û sena layiq te ne
Yê erşê ezîm çêkirî

Erşê ezîm ê ekber e
Zînet û raza merkezî
Ew kursîyan heq li ser e
Bê şems û gerdun dibezî
Heq Wahid e Witr e fer e
Bê newm e baxvan ê rez î

Bax ê ku baxvan bête ber
Erdek heye ew lê nebî
Dara ku enqa bête ser
Belgek heye sîh lê nebî
Kîj nîmetê dê dît xeber
Ya Reb derê feyzê vebî

Ser çeşmeya feyzê çî ye?
Hate lîsan ê arifan
Ew nurekî Rehmanî ye
Darête qelb ê xaîfan
Jê şemeyek da Muksî ye
Lew bu nedîm ê taîfan

Bume nedîm bume herîm
Min eşqeka dijwar heye
Kêfê dikim serfa ezîm
Min hêj meya pêrar heye
Minet ji Rehman ê Rehîm
Min mîrekî Settar heye

Ew mîr Kerîm e Satir e
Xweş Hakim e di barê xwe da
Xelqno! Ne dur e hazir e
Ew Wahid e û bê îbtîda
Her çî bikit ew Qadir e
Ew xaliq ê bê bab û da

Wahid yek e ne ji kes e
Ferxende ye nej erxekî
Ew yek ji amê re bes e
Muhtac nehin bal ferxekî
Ustad ê aş ê ethles e
Neh çerx di nava çerxekî

Bê te çime? Ez ne ez im
Ruh û rewana min tu yî
Ez hişkedar im ne rez im
Xeml û ruhana min tu yî
Bêy te neşêm gavek bez im
çun û sekana min tu yî

Bê te mirar im meyyît im
Qelbê ji ser mirate ye
Ez kuştîyê natebîb im
Behra quluban te heye
Xelqno! Bi Qurana ezîm
Her çi dibêjim her we ye.

Ma ez dibêm vê gotinê
Bê te zeban bê gotin e
Ew qal û qîl e di dinê
Zahir û bahtin sakin e
Bun mîqata mirin ê
Ew-j bal te ne ne-j bal min e

Mi hewl nehin quwet nehin
Mi sewt û ezman bi te ye
Mi zehr û ezman qet nehin
Dest ji te ye çeng ji te ye
Mi fikr û hem himet nehin
Ruh bi te ye rah bi te ye

Hub rêtî canê beşer e
Sewda ji mejyê wî firî
Goyinî nêv dar û ber e
Bêsuc e qet nakit girî
işq û enîna qemer e
Netq û lîsanê jê birî

Deng ji defa canê me tê
Kirdin nefir û nayekî
Sanî bi herfê pif ket ê
Her zehrekî-b awazekî
Subhan ji şah ê Qudret ê
Her canekî û ebdanekî

Hemd û sena heqq e li me
Bê hedd û bê qiyas bikin
Zikr û îbadet lazim e
Cuhda therîqa rast bikin
Roja qiyamet qaim e
Taetek pir esas bikin

Taet bike rêdur î tu
Her çî di mektuba me de
Bkaxez û kîs û morî tu
Ya min bi da fî min bi da
Canê di kûba sorî tu
Rohnîya sem û beser da

Canê di navê nefsî ye
Vêkra hemî bu beşerî
Maka wicudan fanî ye
Ew dê bizanî vî derî
Eslê ruha me baqî ye
Lew jê nedakin xawerî

Dê bçîne nîva axekê
Perda turab ê tharî ye
Feqî dê rakit rahekê
Bi mehdera wî Barî ye
Bo çak û parisa-b carekê
Li cennet bikin serdarîyê

Avek mehîn im kemter im
Min cerg û dil bune birîn
Sewda û dîn û ebter im
Pabendê vê nefsa leîn
Muksî yê jar û bedtir im
Ferhemnî xeyre Rahîmîn

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê