Helbest

51 xwendin.

Feqiyê Teyran - Ez Çi Bêjim (Kes Bi Halê Min Nizane)
Ez çi bêjim çi beyan kim
Mexfiyetan ez eyan kim
Sirê Dilî aşkera kim
Kes bi halê min nezane

Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim mah û salan
Kes bi halê min nezane

Mah û salan ez dinalim
Şev û roj talibwisal im
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nezane

Aşiqê bejna letîf im
Xestehal im pir zeîf im
Mubtela qametelîf im
Kes bi halê min nezane

Mubtela qametfena me
Ji yar û dostan cuda me
Aşiqê nûra Xuda me
Kes bi halê min nezane

Aşiqê sêv û biha me
Ji bo cemala mubtela me
Ger bibînim canfida me
Kes bi halê min nezane

Ew baxê sorgul di nêv da
Yar û mehbûb meşiyan tê da
Xweş e ji keyfa dinê da
Kes bi halê min nezane

Ew mehbûba wek stêra
Tasîra keça mîra
Te helandî Feqê Teyra
Kes bi halê min nezane

Dîwana Feqiyê Teyran, rû 201,219,220, Weşanên Lîsê, Amed 2011

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê