Helbest

77 xwendin.

Girê Dersilê - Pazdehê Tebaxê I
Xortê Kurdistanê xurt û karker e
Bo niştiman bi çek û rext çekdar e
Wê derxe ji welatê xwe neyar e
şer daxistiye Pazdehê Tebaxê

Ji hev belav bûn ewrên reş û tarî
Bi kêrî wan nayê birûsk û harî
Baranê şerm û fedî kir nebarî
Ji ber êrîşên Pazdehê Tebaxê

Baz û çûçik firîn ji serê daran
Gur û rovî jî revîn ji diyaran
şêwanî ketiye nava neyaran
Ji raperîna Pazdehê Tebaxê

Dema dijmin bi êrîşan hesiyan
Lerizîn bi talerzê pir tirsiyan
Ketin xofê zirav li wan qetiyan
Ji çalakiyên Pazdehê Tebaxê

Pir heyirîn ji hev pirsîn ev çi ye?
çi qedaye hat serê me ji çi ye
Gelo ji me çi dixwazin bo çi ye
Ev têkoşîna Pazdehê Tebaxê

Gazî hev kirin bi lezê liviyan
Roj beyan kirin û li hev civiyan
Qal kirin hişê wan reviyan
Ji ber şemala Pazdehê Tebaxê

Xewên şevan li xwînxwaran herimîn
çavên serê wan sor bûn û werimîn
Rehên canê wan ziwa bûn qerimîn
Ji ber tîrêja Pazdehê Tebaxê

Fêm kirin ku kurdan dest avêt çekan
Ji bo li Kurdistan nehêlin dekan
Wê ji kedxwar rizgar kin mal û milkan
Kedxwar ket tirsa Pazdehê Tebaxê

Tebax 1985 Amed

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê