Helbest

48 xwendin.

Hêmin Mukriyanî - Êwarey Payîz
Le asoyekî dûre dest awabû zerde payîzî
Detgut bûkêkî bênaze perde cê dêllê be zîzî

Pelle hewrêkî çillkine girtî sûçêkî asman
Gellayi zerdî darêk werî ziryan birdî berew neman

Cûtêk kotrî ser be killawe hellkûr mawn le swaneyek
Diyare lew dewr u berane pêyan şik dê hêlaneyek

Pasarî serdarî kollan firre u cîke yan lê birra
Qel firrî... firrî.. ta win bû her rûreşîyi xoy pê birra

Şepolêk musîqayi be soz hatu rabward be bin gwêmda
Şwênêkî bo xoy kirdewe le naxî dillî twê twêmda

Axir kollî bo birde jûr bar berêkî dirêjî rût
Derkî dûkanî galle damam hacî û berew mall bizût

Nazdarêkî çarşêw be ser be tenîştimda têperî
Behar hat u tund qîjandî rûtelleyek be bedferrî

Kemêk rawesta ca raburd ew laweyî cadeyi de pêwa
Dîyarbû xêsêkî dabûue ew şoxe le bin çarşêwa

Kîjêk xoy le jûr kutawe derkey hewşêkey pêweda
Îtir şwêne warî ciwanî Bedî nakem le nêweda

Ta tarîkan peyda debê çoll û çolltir debê cade
Nedête der kîjî lebar ne radebrê lawî sade

Hewa bûlêlle ,awlêlle gull sîs buwe, gella zerde
Tenanet rengî gorrawe em dîwar u dar u berde

Temaşay her şitê dekem rengî payzî girtuwe
Ciwanî xoy lê şardûmewe dizêwî rêzî girtuwe

Çawim le asman birrî dillim hêndey dîge gîra
Gelêk bîrewerî konim le pirr hatnewe be bîra

Aram-aram be loje loj ewa berew mall bûmewe
Ne kes le pêşimda derrwa ne kes diyare be dûmewe

Na na narom, meleyi dekem le nêw deryayî mendî xeyall
Dahêzaw rû girj, tûrre dill pirr tase, mêşk betall

Ax, dîsan rûperêk dirra le roj ejmêrî temenim!
Ax,dîsan şew dahatewe min herwa dûre wetenim!

Ax,dîsan çûme jêr ballî reşî şewgarî tenyayî
Ax,debê dîsan biçêjim jehrawî tallî cudayî!

Ax,dîsan debê rabwêrim le jûrêkî sard u sirrda!
Degell azar destemilan bim ta beyan le nwênî şirrda!

Derrom, ditirsm, delerzim le pelamarî moteyi şew
Dad le desem dlleyi be xem! way le des em çaweyi bê xew

Derrom ta ser pêkewenêm degell zam u derd u êşim
Derrom ta şewêkî payîz min şew nixûnî bikêşm

Dûr qaqayekim gwê lê bû detgut gullem pêwedenê
Çon be êwareyi payîzîş îwaheye pêbikenê!?

Xeyallm bibû be wişe nemzanî kes be dwamewe
Dengêkî lerzok u nerm be spayî ciwabî damewe:

«Bellê hen û yekcar zorin bazirganî firmêsk u xwên
Bellê hen u pêdekenin be serbeheş, be mil be kwên

Bellê hen û pêdekenin be min, be to, be hezaran
Be daxî bawk kujrawan be henîskî hetyu baran

Be nezanî, be nexoşî be tarîkan, be şewezeng
Be zincîr, be tenaf, bedar be girtûxaneyî terr u teng

Be bo kurrûz, be çirre dukell be hallaw, be girr, be agir
Be tem, be mij, be hurre, be dok be tufanî willat dagir

Be buwe lerze, reşeba be sûtman u ziyan u zerr
Be herçî xirap u şûme be gişt deskrî xwa şerr

Be nalle ,be kull, be giryan be sîng kutan, be rû rinîn
Be bergî reş, be çawî sûr be gorrxaney, bekorrî şîn

Be kelawe ,be kunde bû be dîwarî heres hênaw
Be dawênî tîtoll tîtoll be anîşkî pînekiraw

Be nûke nûkî bêwejin be hane hanî manduwan
Be zîre zîrî mindallan be nuzey nîwe zînduwan

Be nerre nerrî celladan be qirme qirmî şest tîran
Be wîrre wîrrî qemçiyan be eşkenceyî rûnakbîran

Be çillkî yexey krêkar be kefî serşanî cûtêr
Be peçe u rûbend, be xencer be yek nebûnî mê û nêr

Be qellemî bezîwî kul be zimanî le binda brraw
Be derkî daxiraw fêrge be ktêb û defterî drraw

Le qamûsî ewaneda bezeyî manay nemawe
Bêziyan le bize helldestê waziyan le xwên u zûxawe

Her dellopî xwênî lawê bo wan yaqûtêkî sûre
Her tikey firmêskî kîjê bo wan mirwarî bermûre

Henasey sardî awaran koşkî ewan germ deka
Leşî req u zigî birsî cê parûyan nerm deka

Sermayî wan le gerrdabê ba zor derk le qurr gîrê!
Dolar le brew nekewê ba kollewar bê dapîrê!

Deba xwîn bê u seran berê çerxî kargeyan bigerê
Pêdekenin, pêdekenin be billêsey agrî şerê»

Gutim:«ke wabû,aşna! beşî ême le nêw çûne»
Gutî:«na, na, dûr binware dûr binwareaso rûne»

1974

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê