Helbest

101 xwendin.

Hêmin Mukriyanî - Naley Cudayî
saqîya! wa badewe wa badewe
rû le lay min ke, be camî badewe
muşterî wek min le meyxanê kem in
zorbeyan şad û be keyf û bêxem in.
mey heram e bo sehende w bêxeman
mestî bêxem bo çî bigrin êxeman?
em şerabetale dermanî xem e
lêy heram bê ew kesey derdî kem e
em şerabe ale bo bêderd niye
lêy heram bê ew kesey rengzerd niye
bo kesêke mey çizîlkî pêwe nê
bo çî milhor lêre bînî pêwe nê!?
bo kesêk e mey: ke derdî karî ye
bêxemêk bixwatewa, zordarî ye
bo kesêk e mey: dilî pirr bê le dax
bo çî lêy bixwatewe berzedemax!?
ew kesey bêkes niye w xanexerab
dek be jarî marî bê bade w şerab!
ew kesey neyçêştuwe derdî jiyan,
ew kesey neydîwe êş û birk û jan,
ew kesey nekra nîşaney tîrî xem,
şanî danexza le bin barî sitem,
ew kesey hestî be zordarî nekird
tîxî zordarî birîndarî nekird,
ew kesey destî le ew kê berdira
ew kesey dujmin le malî der kira
ew kesey neybînî hatî dujminî
nîrî yexsîrîy le esto darinî
ew kesey hênde nebû zuyr û zigar
wa nekewte ber çepokî rojîgar
ew kesey neyharî ber dasî zeman
ew kesey zirrey negeyye asîman
ew kesey dûrî ezîzanî nedî
tîr û taney bêtemîzanî nedî
tozî bedbextî le ser şanî nenîşt
lêy negîra dewr û pişt û çwar tenişt,
ew kesey xwardî w le bin sêber kewt
şew le bo keyfê le malê derkewt
ew kesey xwardî w le bin sêber rima
şew le bo keyfê le malî xoy nema
bo debê bêt û bika meyxane teng?
şwênî dîke zor e bo galte w cefeng
ew kurey hêşta le jwanê rêy heye
seyr e zor seyr e ke alûdey mey e
ew kesey rawî nenên lêre w le wê
ew kurey maçî kiçanî deskewê
ew kurey doy dawetî destî denê
bête êre, çone hey dêy nakenê!?
ew kesey destî le memkan gîr bibê
ew kesey tiflî dilî bo jîr bibê
ew kesey pencole bukşê car û bar
ew kesey destî bigate gerdinî yar
ew kesey ramûsê kulmey tas û lûs
ew kesey têy helnedabê çarenûs
ew kesey bimjê xunawey gerdenê
kufr e yek qetre şerabî ger denê
ew kesey asûde wû xoş raybiward
qet xemî yexsîr û koylanî nexward
yek le malê çawerêy bû bêtewe
dergî nêw malêkî lê bikrêtewe
xemrewênek gwê bidate razî ew
nazenînêk bê bikêşê nazî ew
bigrê pencey nerm û nolî nasikê
boy kirabête serînê, basikê
heybê hêz û gurd û tîn û taw û gurr
rojîgarî reş nebê bextî mikurr
ew kesey cêgay le meyxanê nîye
ew kese bade w şerabî bo çî ye?
saqîya, wa wergerê, wa wergerê!
rû le lay min ke meço bo ser perê
lengerê bigre mebe wa berzefir
bêne bo min, bêne bo min camî pir
mey helal e bo min î wêranemal
bo min î sergeşte wû rût û recal
bo minî ba birdeley girdenişîn
bo minî dil pir le nasor û birîn
bo minî aware wû dûreweten
bilbilî bêbeş le gulzar û çemen
perweriwî, balşikawî, dengbirraw
bêbijîwî, beşxurawî, derkiraw
pîrî zûrhanî, keniftî, derbeder
dîdesûrî, dilmekoy derd û keser
datepîwî, bêpesîwî, bêqerar
bêkesî, desteşikawî, kolewar
lêw be barî, derdedarî, rencero
şaîrî cwanîperistî dilbeso
saqîya, bo kwê deçî, bo kwê deçî?
toş le ber ew milhorane milkeç î?
toş be reng û boy ewan xwardit firîw?
çawî to şî helfirîwand zêr û zîw?
toş degoryewe degel gewher huner?
kengê gewher cwanî kirdin bextewer?
zêr bela ye, bêwefa ye dewlemend
her huner nemr e, hunerwer metd û rend
çilkî destî malî dinya wek delên
malperist peymanşikên e w bêbelên
qedrî cwanî kwa dezanê malperist!
cwanperist e pîrî xawen zewq û hest
na meço, cwanê meço, wawe meço
to firîwî zêr û zîwî wan mexo!
ew hewesbazane cêy mitmane nîn
her dezanin gulçinîn û beyrinîn
wa were dey, wa were, nêzîk be lêm
bimdeye mey, bimdeye mey ta delêm:
mestî mestem saqîya destem bigîr!
ta neyoftadem zi pa destem bigîr!
ca ke serxweş bûm be dengêkî newî
bot delêm ew şfreberzey mewlewî:
beşnew ez ney çon hikayet mîkoned
ez cudaîha şîkayet mîkoned
gwêm deye, ey dîdemestî qît û qoz!
ta binalênim wekû bilwêr be soz
nabê qet naley cudayî bêeser
ca çi ney bika çi pyawî derbeder
bo ye nalem têkelî ney kirduwe
şîwenêkim pê we ney neykirduwe
lêm gerê ba derbirim sozî derûn
lêm gerê ba helwerênim eşkî rûn
şîwenî min şîwenî însanî ye
bangî azadî w giroy yeksanî ye
şîwenî min şînî kurdî bêbeş e
ew geley haşa deken lêy û heşe
ba le zarim bête der pişkoyî şir
ba firawantir bikem asoyî şir
parçegoştêk e dilî min, rû nîye
nale-nalî min direng e, zû nîye
derdî dûrî, derdî dûrî kuştimî
derdî wuşyarî w sebûrî kuştimî
yadî yaran û wilatim roj û şew
lêy heram kirdim qerar û xurd û xew
xemrewênek lêre min nakem be dî
çon pena bo mey nebem, saqî! edî!?
nabînim xak û wilat û şarî xom
nabînim nasya wû dostû yarî xom
rû le her laye dekem namo ye bom
nabînim cê jwan û kewnelanî xom
şew dekêşim şewnixûnî w bêxewî
roj deçêjim derd û daxî bêewî
çon nenalê ew diley pirrhestî min!?
çon le ejno bibnewe dû destî min!?
çon nenalê ew dile engawteye!?
berd le berdî bêtewe dengî heye
janî nasorî cudayîm çêştuwe
her çî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
helbirawim min le yarî nazenîn
derkirawim min le xakî dilnişîn
bûme aware w perîwey dûr wilat
kewtime nêw wirdedawî rêy necat
bekre şofare ewî mûxey çinîm
zêy mem û zînan wilatî lê tenî-m
kewtime nêw çalî dîlî wek memê
yaye zîn le kwê ye hawarî kemê!
kwa qeretajdîn, çekow erfo lekwê-n
bêne hanam wek pilingî çengbexwên
laseşorêk bûm xenîmî dujminan
este engwawim be tîrî çilkinan
wa-m be tenyayî le nêw xwêna şelal
kwanê el û kwanê xanzad û xezal!?
zor le mêj e nare-narî minî nebîst
her wekû şemzîn, şemîley xoş ewîst
wek sîyamendê le çol û bendenê
cergî let kirdim pelî darebenê
şetlî cwanaw-im minî sardebirîn
kwa xecim ta bom bigêrê germeşîn!?
mangî kanûnê be çilwan derkiram
wek birayîm lew wilate raw niram
kwa perîxan bend û bawim bo bilê!?
bo nasûtêm nebme polûy serkilê!?
ew le zozan, min le aranî dejîm
kê delê emnîş welî dêwane nîm!?
kurdewarî ey wilatecwanekem!
rolekem, xêzanekem, bawanekem!
ey ewaney qet le bîrim naçnewa
este bimbînin, erê demnasnewa?
rojgar harîwimî wek esponî wird
hêz û rwanay lê birîwim derdekurd
bûme gepçar û deka galtey be min
ew rimûzney zendeqî çûbû le min
ey refîqan, ey ezîzanîwilat!
ey biray hawsengerî cergey xebat!
ger denalênim emin pekkewte nîm
têdekoşim bo wesil ta ku dejîm
koşişî min zor be cê ye w zor rewa
çûnke qanûnî tebfet wa ye, wa!
herkesî ke dûr maned ez eslê xîş
baz cûyed rûzîgarê weslê xîş
rêge debrim, kwanê hengawim şile
rast e bêhêz im, dekem emma mile
her depêwim kêw û şax û çol û dest
dêm berew kwêstan, berew baxî beheşt
dêm berew zîx û çew û kanyawî xom
çon le wane werdegêrim çawî xom
dêm berew, ew dar û berd û bendene
dêm berew, ew bax û mêrg û çîmene
dêm berew zûrk û telan û kend û lend
dêm berew bijwên û zenwêr û zemend
dêm berew panawk û hewraz û nişêw
dêm berew eşkewt û zendol û pesêw
dêm berew befr û çilûre w bestelek
dêm berew şîxal û rêçke w reşbelek
dêm berew lêr û çir û bestên û çom
dêm berew heldêr û gêj û bend ûgom
dêm berew hobe w hewarî ba sefa
dêm berew ladê, berew kangey wefa
dêm bibînim nîştiman û zêdekem
dêm bibînim xizm û kak û dêdekem
dêm û degrim bazî bêrî şox û şeng
dêm û degrim destî doy cwan û çeleng
dêm girawîy xom le baweş wergirim
dêm nehêlim berhelist û bergirim
dêm û heldemjim şiney kwêstanîkurd
dêm û deçme şewrrinî bêstanî
dêm û deşkênim le wê camî şerab
maçî şîrîn nayelê tamî şerab
dêm û natirsim le perjînî be zî
her perî serkewt û dêwezme bezî
ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm
dêm û dêm û dêm û dêm û dêm ûdêm
dêm heta hembê birist û bîr û hoş
ger gilaşim kurdewarî w êwe xoş!

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê