Helbest

50 xwendin.

Hêmin Mukriyanî - Were Yarim
Were yarim, were ey taze yarim !
Were estêrekey şewgarî tarim !

Were ey şaperî balî xeyalim !
Were ey şewçiray rûnakî malim !

Were xase kewî ram û kewîy min !
Were îlhamekey nîwe şewî min !

Were oxjinî sîney pirr girî min !
Were pîrozekey berze firî min !

Were awnigî ser pelkî gulî sûr!
Were awrîngî germ û meşxelî nûr!

Were ey rêjne baranî beharî !
Were şî`rî terî pirr wirdekarî !

Were ey newnemamî baxî jînim !
Were ey şagulî mêrgî ewînim !

Were karwankujey katî beyanîm !
Were bîrewerî û awatî ciwanîm !

Were ey but hetakû bit peristim !
Were memkoleket bigrim le mistim !

Were ey (xec), were ey (xatu zîn) mi !
Were ba bejn û belaket bibînim !

Were ba damrê awat û tasem !
Were ba biskeket lada henasem !

Were ba helmijim ew lêwe germe !
Were ba helkuşim ew rane nerme !

Were ciwanê, were nazit bikêşim !
Were wek deste gul datinêm le pêşim !

Were ba bes bikem ew bawe bawe !
Were ba bên bikem ew biske xawe !

Were ba des le balaket werênim !
Were kulmem le kulmet to xişênim !

Were sûrbe le ser wade û belênê !
Were kurd be û meke peyman şikênê !

Were giyanim fîday çawî reşî to !
Were ba hest bikem germîy leşî to !

Were maçim deye maçî xudayî !
Ke bêzarim le maçî sînemayî !

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê