Helbest

46 xwendin.

Hozan Badilî - Li Welatê Me
li welatê me
hêvî dimînin pûç
di serê pênûsa de
û bê guneh
tên daliqandin
di kezeba rojê de
raman.
Li welatê me
her tişt
hatiya xapandin
belavok
şevbuhêrk
serxweşî
û çiradadan.
Ne tenê rok
tê vemirandin
û gotin dibin
lingên leşkeran de
tên pelçiqandin.
Li welatê me
di çavên dayikan de
diçirise tirs
û birçîbûn.û tilîhêran.
çixare
pişikên me dicûn
çayxane
ji salên jiyana me
dipûrisînin
û dîwarên serên me
dilikumin
ji hilgirtina
sed bi host toz.
Li welatê me
şîlaq dibare
ji çavên zilaman
pîrek tên gon
û ji hezar salî de
zimanê me
hatiye.... girêdan.
Karwanên qurbana
tên ajotin
serjêkirinên
rî dirêjên merezdarî
dilopên hêsirên me
dikirrin û difroşin
şaşikên wan
dimînin pûç û tev nalivin
û vedirşe xwîn
bi ser birînên me de
dilovan.
Li welatê me
zindan li pî zindanê
diponje
hêlîn li dû hêlînê
diherife
pêsîr li dû pêsîrê
diçirrise
û kolan li dû kolanê
tê guran.
Xatûn li bazaran eşkere
tên firotin
û Fermandar
pêlavên xwe
di birînên me de
jibîr dikin û diherin
û zarok li dibistanan
distirên
bijî "Neyron"
û bimire "Yezdan".
Li welatê me
çavên zarokan zere
evîndar li dû evîndar
dilê xwe vedimrîne
û evîna ziman jêkirî
pêxwas
û por berdayî.. li meyxana
serxweş dikeve.
Pêsîrên çarde salî
pîr û xûzin
û lêv li dû lêvê
dişewite û tê dêran
û tevgera revê dike
ji welatê me
êvar û baran.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê