Helbest

63 xwendin.

Îbrahîm Ehmed - Her Kurd Ebîn
Dagîrkerî dil pir leqîn
drindey bê wîjdan û dîn
natwanî wakey Kurd nebîn
her Kurd buyin û
her Kurd ebîn

Le pêş agir persitî da
le pêş musulmanêtî da
le dîlî û le serbestî da
Her Kurd buyin û
Her kurd ebîn

Ne `erebim ne êranîm
ne turkêkî şaxistanîm
nek min her xom mêjûş elê
ke Kurdim û Kurdistanîm

Ne nengiye û ne piyawetî
ciyawazî netewayetî
biryare û mêjû dawiyetî
ke Kurd bîn û
Her Kurd ebîn

Gelan hemû biray minin
her zordaranim dujminin
daway wilatî kes nakem
pence bo mafî kes nabem
bo mafî gel û wilatekem
heta mawim xebat ekem.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê