Helbest

39 xwendin.

Îsmet Bor - Reng
Zazakî:
Adirê zerrîya mi
Rengê to sûr o
Awa cuyê mi
Rengê to kewe yo
Xiyalê eşqê mi
Rengê to çeker o
Dejê kezebê mi
Rengê to mor o
Ez pêro rengan ra heskena
La tewr zaf
Rengê porê to
û rengê tenê to ra hes kena
Bi pêro rengana resiman
û bi renge tenê to
Rengê porê to ya
Zerrîya xo neqişnena

Kurmancî:
Agirê dilê min
Rengê te sor e.
Ava jiyana min
Rengê te şîn e.
Xiyala evîna min
Rengê te zer e.
Êşa kezaba min
Rengê te binefşî ye.
Ez ji hemû rengan hes dikim .
Lê herî zêde
Ji rengê porê te
û reng tenê te hes dikim .
Bi hemûyan direngînim resiman
û bi rengê tenê te
Rengê porê te ye.
Dilê xwe dineqişînim .

Ji kirdkî (zazakî): şfk ALTBĞA

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê