Helbest

60 xwendin.

Kawa Nemir - Bo Payîza Ku Dizûre Ji Gelî û Newalan De
Bayê dest î qeşa, ku dimerêse pelên çûr,
Zûrezûr pifî lem û mişarên hişk dike berk,

Ji heçeyan de dide ser dar û beran devê şûr,
Ji hingê ve Gîskê Azeban gomê dide terk.

Tonek den û rengên hûr-zer radiweşin êdî,
Dadiweşin ser kirr û kewşenên gord û nerdan,

Ku qoqên enîqul lê tot dibin hêdî hêdî,
Heçko radibin dimeşin ji ber kevnê derdan.

îja! Vêga, dê kî xwe hilde û di bîr bîne
Wê çîroka hezê ya pîyar, û bizikrîne

Bê çawa derwazeyê heyatê hate radan
Bi ser salên mak de, arê kulê hate dadan?

Wayla Payîza xweşheyûla! Qîza anîzaz!
Welamê bid, hew danavî bik gedeyê nasaz!

01.10.2015
`Hepsa Midyadê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê