Helbest

32 xwendin.

Kerîm Kurmanc - Nîşangeh
Her sal
Carekê li nîşangeha kitêban diwelidim
Qerara aşiqaneya me
Kafetiryaya başûra nîşangehê
Her sal dibêjim sala tê berhemekî helbestan çap dikim canê

Lê
Sal ku dibihure
Kêra sansorê wisa birîndar dike ku
Ciyê saxlem kes nabîne
Wekî kirasê filitî ji devê seyên har
Pişkên civakî yên helbestên min sansor
Pişkên siyasî yên helbestên min şewitî û sansor
Aşiqaneyên min sansor
Dîrok sansor
Ziman sansor
Û



Îsal eger ez meimûrê sansorê li nîşangehê bibînim
Hema pê zimanê xwe yê devkê dibêjim
Nifreta min jî heye
Hema bê sensor
Li Kafetiryaya başûra nîşangehê

*Çavkanî: www.lyrikline.org

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê