Helbest

40 xwendin.

M. Nureddîn Yekta - Hesreta Kurdistanê
îd e îro ji roja, roja hîjdê Nîsanê ,
Her kesî destê yarê xwe girtin û çûn seyranê,
Ez tenê mehrûm û dûr im, mame li vê esîrxanê
Hetta kengê wiha bimînim bi hesreta Kurdistanê

Min ne îd e, min ne în e, min ne şev e, min ne roj e,
Ax dibêjim ji ber xurbetê, ji her du çavan xwîn dirije,
Nizanim xeta yên min çi nin felek roj bi roj min dûr davêje,
Xelk bi welatê min şahbe ez birîndar bim bi hîcranê.

Dil bi kul kezzeb bi xwîn im, çav bi hêsir dev bi girî,
Derdê dunê bi min da dibarin wek baranê li min vekirî,
Ax xurbetê idî bese ! Te can û cîger tev zer kirî,
Hetta kengê emê wiha bê weten bin li cîhanê !

Ji bav û bira dost û yarê ez bûm cûda
Felekê birîndar kirim darbe li ser darbê dida,
Perîşan im li cîhanê hêviya min maye Xweda,
Ku gelê me hîşyar bibe rabe ji bo serhildanê.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê