Helbest

209 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Lew li min der bûne birînan, dihêrim ah û elemê
Were seyyadê hezînan, bes bike qala weremê

Nelînên uşşaqî rabûn, kadîna işqê zuwa bû
Êdî hew Zînê xuya bû, ruh li ber kaşê kelemê

Neguvêş min di narê xwo, bes guh de qêrînên ezê
Hatina min bi mûyekî, ne bi qesr û payî textên vê demê

Kengî vî barî dirakim, çawa karibim derêxim
Ne ji welat dikarim çim, ne ji te ez revemê

Kanîya baxê buhuştê, nûreya bedra munîr î
Derî û pace vekirim, kanê ew bêhna qeşemê

Min di dil de heye tenûr, ne tenê bi şev e sohtin
Bîst û çar saetan her, disojim wax muteberê

Ez nikarim xwe hebînim, bê niyaz û derd û ney
Hew dikarim bikenim qey, lew li min rabûye Memê

Kewîna êş û birînan, carekê nakit pirsîyar
Bes qeweta min nemaye, were min bibe îremê

Her wekî zahir dikim ez, hesret û bêrî û hestan
Heta hebe ev illet, darûxwaz im vê mulhemê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî