Helbest

40 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Bi Carekê Mezin Bûm
"Zarokekî Ezdî yê Penaber"

Li pey xwe min bi kû ve dibî?
Were nik min, bi min re be
Jîyanê, heyranê!
Bi bîr im bi birîn im
Werimîne kulên min
Te her dem
Di ruhê xwe de dibim û tînim
Têhna min naşkê bi penaberîyê
Bê mecal im
Tenha me li çol û li kolanan

Were ey cejna jana canê min
Were rûsîyaha bin panîya lingên min

Min hemû vêket ji tadeyê
Tevde dax im sitare neman
Qurbet nayê

Li taldeyekê jibîr bûn, tabloyên zêrîn ên bîranînan
Di lingên min de goreyên bêwefayê
Bê sol bê şekal im
Bê ehd û wehd dimeşim li dinyayê

Biçûk im hêj
Ji bo kişandina van azaran
Hêj gelekî biçûk e dilê min
Digirim rojîya welatê xwo
Kêşandeyên şêst salî
Di sêzde salan de xwe li min pêçan, mezin im êdî
Bêyî ku zanibim berbang kengî ye
Bêyî bizanibim tama ava Feratê

Dengê xwe li dewsa kûrahîya dilê te dihêlim
Da ku wenda nebim
Xewnên min bê gopal nikarin bimeşin
Kopal kal
Bawî bûne demsal
Reş diherikin çem
Çavên dêya min timî şil in, ne tenha di nîsanan de

Azadî li dewsa xwe tiştek nehiştiye
Delavîya dikin hestên min
Di çarde salîya xwe de
Heftê salî li min bû peyda
Û weke temenê min
Gelek leyîstikên min jî nîvco
Sebra min jî

Ez te dixwazim
Were
Ne wekî havîna Diyarbekir
Ne wekî zivistana Erziromê
Weke bihara Badînanê were

Heyat, li Şingalê jîyan e
Jîyan li kolanên bajarokê min
Bêyî ku karibim hestên xwe dax kim
Kelecana xwe bi ser cama cem dakim
Bêyî ku karibim weslên xwe deyax kim
Vekişîyan ji min
Hemû yadên min
Çavgirtî man
Leyîstokên min ên erebok
Weke hêvîyan ew jî di kartonan de dirizin

Şênahî û şêrîna min li pey min ma
Maşînê bisene! Bi ku ve dibî jîyana min?
Her wekî agirek ketibe zîba rêya min
Li min bifetile, neçe!
Bê ferheng û bê mal û bê wate hiştim
Ev çol û çiya ev dar û ber
Ev maşîna û ev avahîyên teknîkî
Ji min dûr birin
Ji min weşandin
Heza ber berniga min
Zarokatîya xwe dixwazim

Vegere jîyan
Lîstina li ser sergoyê me
Çêtir e ji otêlparîsa penaberîya kirêt
Bêna rêxa axurê me çêtir e
Ji esansa xerîbîyê

Dixwazim li kolanên taxa xwe zîz bibim
Bi sobeyê bilîzim, vegere
Da ku di binê hilweşînên bêyî te neeciqim
Da ku bi hêsanî bifilitim
Bi rihetî dixwazim bi nan û ava te bifitirim
Çêtir e ji kebabên penaberîyê jîyana min

Kûrerehma dinyayê wenda ye li welatê min
Ez bi carekê mezin bûm

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî