Helbest

33 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Bihara Zivistanê
Dem di şevê re derbas dibe
Bi xewnan diteqe û bi kevokên naşî radipelike ezmanan
Dicû û dihêrîne bîranînên ewrên zemanî û
Lîqaê berfê dibe
Berf dibare bi ser xewên kurmî
Tabîra xewna rojê dike ji mirovan re
Dibare û xeyalan ji şikeftan hildikşîne

Bi xalîçeyeke spî şiyar dibe dinya
Lihêfa guhertî li ser xwe dibîne
Aş dibe
Çiya tev bi vî rengî nixumandî
Hawirdora jîyanê bi pelên spî diçûrise
Evînên zarok di binên sîya berfê de serî radikin
Zer dikin
Dîmenên derizandî yên newbeharan
Xemla xwe nû dikin
Rûreşîyên xwe dixurînin û baz didin

Berf dibare
Berf dibare bi ser me û
Bi ser fêlên bêfedî yên mirovahîyê
Weke Roboskî mîna Zîlan û fena Helebçeyê

Zarok e dil
Dil zarok e û
Xem e jî
Bi ser vê zarokê jî diherike berf
Tirsa xwe dixe dilê xemxuran û
Weke bagerên Cûdî difûre
Defên gemarî deşîfre dike berf
Weke xwe spî dike hestan ezmanan û newalan

Hewaran tev dide
Nikulê xwe li girî û gazinan dixe
Kenê li ser çavê huznê radixe
Berf dibare û
Hela çi ku dibare

Zarok bûka berfê çêdikin
Pozê wê gêzerî
Çavê wê zeytûnî
Dilê wê hêvî
Berf dibare

Li ser rûyê ramûsî hêlkanan vedike
Dibare bi ser hestên mededxwaz û dikele
Zarokên ji ber sermayê hinerengî
Hinarokên xwe bi berfê dişon
Germ dibin dest
Nerm dibe jîyan
Û bi ser qeşaya rûreşîyê
Tevî gengeşîyên tund-aloz
Berf dibare û bihara zivistanê ye

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî