Helbest

30 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Can Tefîya; Êdî Nema
Em bi cahê te xelas bin ey nebî
Ruh û canê me fîda canê te bî
Bateyî

parçeyek ji dilê işqê bûm
bûme kevir
çîrokek serê çiyê bûm
ketim xwar
derman nema

parîkek ji wê sêwrê bûm
bûme hevîr
haveyn nema

arvanê hestên wî bûm
teşt qulupî
herikî av
tîyên parsekîyê li rê
avahî nema

min dilek hilanî hilnehat
pêşîyê kenîya
seqema sibehê lê da
vemirî paşê
hişk bû
ewrên wê bar kirin
hêvîyên şînhatî qurmiçîn
tebat nema

kesat e îro hemiyet
fanûsa işqê bi xwê ye
zuwa bûme ji dilînan
bê êş dikelin xem
bablîsok bê rawestan min difirkînin
tirs jî nema

çîroka işqê wefiya
rijîya xwelîya wê
moxila wê zuwa bû
hûr hûr qelîya
dendik dendik helîya
can tefîya
hêsir nema

li rastê maye rastî
xwedîyên rastîyê nema
sibat e lê xeyîdîne ewr
bereket wenda ye
xêr û ber nema

Xewdaya!
di rengên însanan de mirî
di laşên mirovan de herî
digindirin
her der bi ewrên herbê hûnandî
mirovahî di bin lingan de sayî
heya nema
edeb nema

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî