Helbest

31 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Eywana Min a Dilşikestî: Wan
"Ji bo erdheja Wanê"

Siruşta demsalan guherî
Çûk koçber bûn/welat berdan
Hawirdor tev dûmane mije sibat e adar e
Hêstir diherikin li ser erda vî bajarî
Hêstir ji kolanên xaçortê datên heta ber bi qeraxa golê ve
Şevên dagirker bûne xewnên malan û kolanan
Few vedane dûpişkên qeda pêketî

Tirsên mirovan şîn tên êdî
Girover û nemir
Evîn bi întîharan ve xemilandîye
Zarok nalîzîn hewşên mala vikîvala û
Duçerxeyên zarokan şikyayî û rizîyayî ne
Li vî bajarî şênahîya berê veşartîye
Veşartîye siûd veşartîye bişirîna zarokan
Sûk ne sûkên berê şahrê jî ne şahrêyên berê
Gelek hêvî di binê axê de fetisîn û
Gelek hêvî hê di ber sekratan de ne.
ezmûnek tûjekor bi ser de hat
Çong tewîyan, erd qelişî û hê jî berf dibare

Bajar ev bajarê qedîm ku
ji xwe pê ve tiştek tê de nema
weke ku nû hatibe kişifkirin
weke ku nû ji dayik bûbe
weke ewrên baranê bi kel e
di nêva zivistanê de weke germa havînê dikele
şemateya mirinê ya pirdeng dilive li vî bajarî
navê vî bajarî Wan e
lê ew êdî kal e
westîyayî û
weke xaneke yê dîrok lê digere

ne xwedîyê xwe ye ev bajar hê
û xwedîyên wê jî wenda ne
di her derfetekê de bi hezaran xwedîyên vî bajarî
bê xatirxwestin koçberbûn
bi hêstir bi evîn bi girî û bi hesret

ey bajarokê bav û kalan
bêtemayîn tenêmayîn e
tê kengî vegerî ey Wan
ez ê kengî vegerim em ê kengî vegerin
ez lawê te me tu dayka min î tu axa min î
tu sebr û arama nav dilê min î
Bila dîsa demsal biguhere
Bila Tamara ji hesretê nefetise
Bila kela te bi mehan bi salan nebe hêlîna kundan
Bila êdî ji dêleva girî baran bibare û
Bila bikewîne birînên te

Bila ava xorxora te mîna berê avê bikêşe ji tîyan
Bila Bediuzeman dîsa henîen lekum a bireşîne û
Lemeyên xwe li ser kela te bineqişîne
Bila hesreta dayikan bi dawî bibe
Bila erd û ezman bes li te were xezebê ey Wan
Ax ey

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî