Helbest

42 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Hubba Te Di Şevan De
hubba te di şevan de ger veke lalezaran, ew
dibe himmet dibe ruyet û her rengşemal dibit

şev ger purnûr û rewneq û pertewnîhal bit
bêhîsab dibit şadî jê re soz û ehd û rewa bit

ger xemgînî rabit ji nava laş û gewden û xeyal
zarîna şevan coşîna dilan bêhempa rewan bit

neynika dilê derdnak bi enîs û her bi nîhal e
ger bike di rengê şevê dê her penah bi tebat bit

te hebe ger ji işqê parîkek nesîb û wefa
xeyala dotina şevê ji te re sûd û şadan dibit

saqî ji şevê kehrîbaran her dikêşe berjêrê bi xwar
ji te re hebe kehkeşanek dê ew çax badê seba bit

şeva ji kê re vekiribe çavî, derî û şibakên xwo
dê ew dem hestegan di hukmê ayetul kubra bit

canan ji canê min tu derêxe her êş û her wax
ku hubba te noş kem ta rengêm tev ji işqê bit

zarîn ku ji neyê ger nehata nedbû hadir di ruyet
wîsala xemgînan di behiştan bi payan nedibit

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî