Helbest

56 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Ji Vê Êşê
jîyan bi tevahî tal
gotin bi tevahî tarî
dev û diranên bêjeyan şikestî û li wan rastan pêxwas û bêxwedî
û ez bêjeyan dirêjim ji devê pênûsa newêrek
der barê jîyana xwe de
weke demsalekê xwe girêdidim bi bêjeyên stûxwar
gunehê xwe bera stuyên wan didim

derbarê xwe de gotinên reş dinoşim
awiran diguvêşim ji nava rûpelên dirinde
bawerî û evîna xwe dipêçim, dikim nivişt û dixim stuyê qernên asûde
dikim kefen û li dora tabûta xwe dirêsim xeyalên xwe yî marpêvedayî
dev li xwe dikim, dilê xwe dieciqînim û
kapeka hundir didim der
derîyê xewneke kûr li jîyaneke derew vedikim
xwe bi vê jîyanê vedikim

tiştine kevn/kirêt dixim pê û dimeşim
jîyana min bi gilî û gazin
di nava rûpelên behra mêjîyê xwe de
her ku diçe şev serkeftinên awarte bi dest dixe
şev weke şêrekî bi ser behra dilê min de tê
û ez
helbestvanekî zarok li hêvîya leyîstokên xwe

rûpeleke nû û heyateke xweser
lê çawa
ji xemê hembêza min rizîyayî

xortanî di şevekê de kal bû
dem di şevekê de lal

di vê şevê de ez bûm
yê ku şev dimêt ez bûm

yê ku hêsir didot
û yê ku eşq girêdida bi vê êşê ez bûm
ez îşev ji vê êşê
kal bûm
dîn bûm

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî